Di doza Kobanê de hat xwestin biryar bê tebligkirin

  • 14:13 1 Kanûn 2022
  • Hiqûq
 
ENQERE - Selahattîn Demîrtaş bi bîr xist ku biryara DMME’yê ya derbarê berdana Fîgen Yuksekdag a dosyaya yekpare ya Doza Kobanê de di dosyayê de cih nagire û xwest biryar bê teblîxkirin. 
 
Danişîna 19’emîn a Doza Kobanê di roja 7’emîn de li Eywana Danişînê ya Girtîgeha Sîncana Enqereyê tê lidarxistin. Gelek parêzer tev li danişînê bûn. Siyasetmedarên girtî di danişînê de axivîn. 
 
Di danişînê de ewilî parêzer Kenan Maçoglû axivî û behsa astengkirina ewraqan kir. 
 
Rêvebera Navenda HDP’ê ya berê Zeynep Karaman, Rêveberê Navenda HDP’ê yê berê Alp Altinors axivîn û bal kişandin ser naokokiyên heyeta dadgehê. 
 
'Dozger li ser kîjan biryara DMME’yê îdia dike?'
 
Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş di danişîna dozê de axivî û wiha got: “We di biryara xwe de dema ku Yuksekdag tehliye kir we spart biryara DMME’yê. Li gor dîtina dozger, me ragihand ku biryara DMME’yê hatiye sepandin, lê hem dozger û hem jî we got ku tu biryara DMME’yê ya ku wergera wê di dosyayê de hebe tune ye. Di vê mijarê de we li ser kîjan biryara DMME’yê Yuksekdag tehliye kir? Dozger li ser kîjan biryara DMME’yê îdia dike ku biryar hatiye sepandin? Em dixwazin ku hûn li ser kîjan belgeya fermî ji Yuksekdag wergirtine, ji wê biryarê agahdar bibin. Em dixwazin belgeya ku dozger dibêje beriya niha hatiye sepandin radestî me bê kirin.”
 
Endamê MYK’a HDP’ê yê berê Nazmî Gur jî axivî û li dijî mutalaya dozger axivî û ji bo biryarên berdana siyasetmedaran got, “Gelo ji bo berdanê çend biryarên DMME’yê lazim in?” 
 
Heyeta dadgehê piştî beyanên Nazmî Gur, navber da danişînê.