Di serlêdana ji bo Deniz Poyraz de biryara redê hat dayin 2024-04-15 15:22:28     ÎZMÎR - Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind serlêdana derbarê Deniz Poyraz a lêpirsîneke baş nehatiye kirin û delîl nehatine komkirin de red kir.    Li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê Onur Gencer bi êrişa çekê Deniz Poyraz qetil kiribû. Têkidarî dozê HDP'ê serlêdana lêpirsînek baş nehatiya kirin û delîl nehatine komkirin li Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind kir. Lê belê Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind serlêdana derbarê Deniz Poyraz a lêpirsîneke baş nehatiye kirin û delîl nehatine komkirin de red kir.