Zarokê bi giranî birîndar bibû xetereya jiyanê derbas kir

  • 21:37 2 Hezîran 2023
  • Rojane
ŞIRNEX- Li Hezexê zarokê bi navê H.E yê ku ji rê derbas dibû TIR lê qelibî û bi giranî birîndar bibû. H.E xetereya jiyanê derbas kir.
 
Li navçeya Hexez a Şirnexê li kawşaxa nexweşxana dewletê di 28’ê Gulanê de zarokê bi navê H.E (8) ku ji rê derbas dibû TIR lê qelibî. Zarokê bi giranî birîndar bû, sewqê Nexweşxana Dewletê ya Cizîrê hat kirin.  Zarokê ku rewşa wî giran bû rakirin Nexweşxana Parka Medîkal a Xarpetê.
 
Zarokê ku çar roj bû di beşa giran de bû îro çavên xwe vekir. Tê payîn ku H.E sibê bigirin odeya normal.