Şahidên Komkujiya Dêrsimê Eşliye û Necef jiyana xwe ji dest dan

  • 18:10 2 Hezîran 2023
  • Rojane
 
DÊRSIM - Eşliye Çîçe û Necef Dûman ên ji Terteleya Dêrsimê sax xelas bûbûn jiyana xwe ji dest dan. 
 
Yek ji şahidên Komkujiya Dêrsimê Eşliye Çîçe (Fecîre Erol) a ji gundê Zîmekê yê navçeya Xozatê û Necef Dûman a 94 salî ku di bin bedena dayika xwe Besî ya li mezraya Hopikê ya heman gundî hat gulebarankirin de mabû û xelas bûbû, jiyana xwe ji dest dan. Dûman û Çîçe yên duh jiyana xwe ji dest dan li gundê Zîmek hatin veşartin. 
 
Çîçe ya beriya niha ji Ajansa Nûçeyan a Pîr (PÎRHA) re axivî bû têkildarî komkujiya ku şahidiniya wê kiribû wiha gotibû: “Herkes kom kirin û birin bênderê. Li wir çekeke bimakîne hatibû bicihkirin. Herkesê qîr kirin, kesên reviyan hebûn. Zilam û jin ji hev veqetandibûn û biribûn çiya ji wan re gotibûn ‘em ê wêneyê we bikişînin’. Em birin çiya, em zarok in digirîn, nan û avê dixwazin. Dayika min ez xistim nav lingên xwe, birayê min jîn jî danî ser singa xwe û ser singê xwe dirêj kir û em veşartin. Sunguyek bi pişta min ket min ew bi destê xwe derxist, dema min ya din jî derxist destê min bê tevger ma wan jî fikirîn ku ez mirî me û çûn. Dema bû şev jineke ciwan hat û qîr dikir got ‘Leşker çûn kî bijî bila rabe’. Em li Hopikê (Çiyayê Spî) qetilkirin, me miriyên xwe ji cilên wan nas kirin.”