Ji ÎHD'ê 'Nobeda Aştiyê'

  • 16:17 2 Hezîran 2023
  • Rojane
 
 
AMED - Di nobeda aştiyê ku di her hefteya mehê ya ewl de ÎHD li dar dixe wiha hat gotin, "Ji sedemên girîngê ên krîza aborî ku li Tirkiyeyê her diçe kur dibe binpêkirinên ku li qada mafên mirovan tên jiyîn û tundiya îqtîdarê ya li hemberî muxalîfa ye."
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê çalakiya “Nobeta Aştiyê” li Eywana Civînan a Vedat Aydin a ÎHD’ê domand. Di nobetê de pankarta “Ji bo her kesî aştî” hate vekirin. Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, Odeya Bijîşkan a Amedê û Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB) tevli nobetê bûn.
 
Sekreterê ÎHD’a Amedê Yakûp Guven daxuyanî xwend û da zanîn ku pêkanîna aştiya civakî ji hemû encamên hilbijartinê girîngtir e. di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku çalakî ji bo tesîskirina tekoşîna mafan û pirsgirêkên kronîk, baweriya wan a aştiyê jî xurt dike û di dirêjiya daxuyaniyê de ev tişt hat gotin, "Welatiyên tevli hilbijartinê bûn li dijî rêvebirina otorîter in. Tevî hemû tiştan jî welatî ji rêvebirin û desthilata zextan nerazî ye. Tê dîtin ku gelek partiyên ji fikrên cuda hatine cem hev û helwesta xwe ya li dijî polîtîkayên zextan bi hevpariyeke demokratîk nîşan dane. Em weke parêzvanên mafê mirovan, banga pêvajoya makeqanûneke nû dikin ku hemû beşên civakê di nava xwe de bihewîne.” 
 
'Hewcehî bi polîtîkayên nû heye'
 
Bi domdarî di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji bo pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin, parastina hemû destkeftiyên jinan ku di encama têkoşîneke dirêj de hatine bidestxistin û aboriyê, hewcehî bi polîtîkayeke nû heye û daxuyanî wiha hat bidawîkirin: “Heke desthilata heyî di polîtîkayên heyî de israr bike, dê ziyaneke mezin bide jiyana civakê. Sedema rewşa aboriyê jî binpêkirina mafên mirovan û zexta li ser muxalîfan e. Divê desthilatdarî vê rastiyê bibîne, demokrasiyê pêk bîne û ji bo parastina mafên mrovan pergaleke nû ya siyasî ava bike. Divê bloka muxalefetê jî bi siyaseteke çalak daxwwazên gel çareser bike.”