Emîne Şenyaşar: Bila kurê min berdin

  • 14:04 2 Hezîran 2023
  • Rojane
 
RIHA - Emîne Şenyaşar di nobeda edaletê de axivî diyar kir ku heta lawê yê girtî bê berdan dê çalakiya xwe bidomîne û got: "Êdî bes e bila kurê min berdin. Em jî biçin mala xwe. Edliyeya Rihayê êdî bûye mala me."
 
Di 14’ê hezîrana sala 2018’an de xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûsa Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kirin. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar filitî, di 9’ê Adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeda Edaletê kirin. Nobed di roja 802'an de didome. Parlamenterê Partiya Çep a Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ji ber ku li Enqereyê bû dayik Emîne Şenyaşar nobeda edaletê li ber Edliyeya Rihayê berdewam kir. Endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) yên Rihayê piştgirî dan çalakiyê. 
 
'Ji vê zilma we re êdî bes e'
 
Emîne Şenyaşar di çalakiyê de axivî û anî ziman ku kurê wê 5 sal in di hucreya yek kesî de ragirtiye û wiha got: "Êdî bes e bila kurê min berdin, em jî biçin mala xwe. Êdî ev der bûye mala me. Lê heta kurê min nayê berdan em ê çalakiya xwe ya nobeda edaletê bidomînin. Ferît dê li Enqereyê ez jî dê li ber edliyeyê ji bo edaletê rûnim. Tu sûcê kurê min tune ye, êdî bes e bila bê berdan. Gelek kes jî piştgiriya me dikin em jî ji bo kesen piştgiriya me dikin spasdarin. Me pir zilm dît, êdî bes e bila ev zilm bi dawî bibe."