Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan û girtiyên din re serlêdan

  • 14:03 2 Hezîran 2023
  • Rojane
 
 
STENBOL - Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbatên Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û ji 2 salan zêdetir e tu agahî jê nayên girtin. Birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, birayê Omer Hayrî Konar, Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim û xwîşka Veysî Aktaş, Melîhe Çetîn ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. 
 
Astengkirina hevdîtinê
 
Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hefteyê du caran ji bo hevdîtinê serlêdanan dikirin lê belê bi erênî yan jî neyînî tu bersiv nedihatin dayîn. Li ser vê yekê di 22’yê mijdara sala 2021’ê de bi daxwaza “Serlêdana lezgîn” serî li Dadgeriya înfazkirina Cezayê ya Bursayê dan. Dadgeriyê bi hinceta qedexeya hevdîtina bi parêzeran re ya ji bo 6 mehan ku di 12’ê cotmeha 2021’ê de hatibû dayîn û qedexeya hevdîtina bi malbatê re ya ji bo 3 mehan ku di 18’ê tebaxa 2021’ê de hatibû dayîn, serlêdana parêzeran red kir. Lê belê têkildarî sedema qedexeyê parêzer nehatin agahdarkirin.
 
Qedexeya hevdîtina bi malbatê re 
 
Qedexeya hevdîtina bi malbatê re di 18’ê mijdara sala 2021’ê de bi dawî bû. Tevî vê yekê jî Serdozgeriya Komarê ya Bursayê tu bersiv nedan serlêdanên ji bo hevdîtinê bi malbatê re. Parêzeran di 28’ê adarê de dîsa serî li Dadgeriya Înfazkirina Cezayan a Bursayê dan. Parêzeran xwest ku hemû astengiyên li pêşiya hevdîtina bi malbatê re bên rakirin û hevdîtin pêk bên. Dadgeriyê di 29’ê adarê de bersiv da serlêdanê û serlêdan dîsa red kir. Dadgeriyê di sedema redkirinê de diyar kir ku cezayên nû yên disiplînê li Abdullah Ocalan hatine birîn û diyar kir ku bi vê sedemê dê destûra hevdîtinê neyê dayîn. Di biryara xwe ya redkirinê de dadgeriyê wiha got: “Serokatiya Lijneya Disiplînê ya Îmraliyê di 3’yê sibata 2022’yan de ji bo hemû serlêdêran heta 3 mehan biryara qedexeya hevdîtina bi malbatan re daye û ev biryar di 21’ê sibatê de teqez bûye. Lewma jî ev serlêdan hatiye redkirin.”
 
Rewşa agahînegirtinê rêbazeke îşkenceyê ye 
 
Parêzerên Ocalan piştî biryara redkirinê ya dadgeriyê, di 12’ê adarê de bi sedema ku hevdîtinên malbatê bi rêya cezayên disiplînê yên “derhiqûqî” tên astengkirin, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan. Di serlêdanê de parêzeran bal kişand ser rewşa agahînegirtina mutleq (incommunicado) û gotin ku rewşa agahînegirtinê rêbazeke îşkenceyê ye û xwest ku AYM tespîta binpêkirina mafên rêzgirtina li hemberî jiyana taybet, mafê parastin û darizandina adilane û mafê rêya serlêdaneke bibandor bike.
 
Sepaneke fiîlî
 
Biryara qedexeya hevdîtina bi malbatan re ku ji ber cezayê disiplînê yê di 3’yê sibatê de hatibû dayîn, di 7’ê hezîranê de bi dawî dibû. Li ser vê yekê parêzerên Ocalan serî li Dadgeriya Înfazkirina Cezayan a Bursayê dan. Parêzeran di serlêdana xwe de diyar kirin ku dema cezayê disiplînê bi dawî bûye lewma jî divê hemû astengiyên li pêşiya hevdîtina bi malbatê re bên rakirin û heke cezayên nû yên disiplînê hebin jî di vê mijarê de bên agahdarkirin. Dadgeriyê rojek piştre bersiv da serlêdana parêzeran û got ku cezayên disiplînê hêj bi awayeke fiîlî didomin û bi vê hincetê serlêdana parêzeran red kir.
 
Li ser redkirina serlêdanê, parêzeran di 15’ê hezîranê de li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Bursayê îtîraz kir.
 
Cezayekî nû yê nayê zanîn 
 
Dadgehê di 23’yê hezîranê de bersiva îtîrazê da. Di bersivê de dadgehê destnîşan kir ku Serokatiya Lijneya Disiplînê ya Girtîgeha Îmraliyê di 31’ê gulanê de li Abdullah Ocalan û girtiyên din cezayê displînê yê ji bo 3 mehan biriye û îtîraz red kir.
 
Qedexeya hevdîtinê
 
Dadgeriya Înfazkirina Cezayan a Bursayê di 12’ê cotmeha sala 2021’ê de cezayê qedexeya hevdîtina bi parêzeran a ji bo 6 mehan dabû Abdullah Ocalan. Qedexeya hevdîtinê di 22’yê nîsanê de bi dawî dibû. Lê dîsa jî destûr nehat dayîn ku parêzer bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin. Tevahiya serlêdanên parêzeran ên ji bo hevdîtinê jî bêbersiv hatin hiştin. Li ser vê yekê parêzeran di 29’ê nîsanê de dîsa serî li Dadgeriya Înfazkirina Cezayan a Bursayê dan. Dadgeriyê di heman rojê de bersiv da û daxwaza hevdîtinê dîsa red kir. Di “hinceta” redkirina daxwaza hevdîtinê de hat destnîşankirin ku dadgeriyê di 13’ê nîsanê de ji bo 6 mehan biryara qedexeya hevdîtinê daye. Têkildarî hinceta qedexeyê dîsa tu agahî bi parêzeran re nehatin parvekirin.
 
Hevdîtina bi riya telefonê 
 
Abdullah Ocalan cara ewil di 27’ê nîsana sala 2020’î de hê dikaribû ji mafê xwe yê hevdîtina ser telefonê sûd werbigire. Piştî ku têkildarî Abdullah Ocalan li ser medyaya dîjîtal çendek agahî hatin parvekirin, bertekên raya giştî zêde bûn. Bi mezinbûna bertekan re Abdullah Ocalan di 25’ê adara 2021’ê de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re li ser telefonê axivî. Lê belê Mehmet Ocalan da zanîn ku hevdîtina wan di nîviyê de hatiye qutkirin.
 
4 sali in hevdîtin nehatine kirin
 
Ji parêzerên Abdullah Ocalan Rezan Sarica û Nevroz Uysal piştî 8 salan, herî dawî di 2-22’yê gulanê, di 12-18’ê hezîranê û di 7’ê tebaxa sala 2019’an de karîbûn bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin. Ji wê rojê heta niha jî destûra hevdîtinan nayê dayîn.
 
AYM'ê ji wezaretê nêrîn xwest
 
Di nava 8 salan de Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê gelek caran serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. Ji ber 23 serlêdanên Bûroyê, AYM’ê ji Wezareta Dadê nêrîn xwest. Ji qedexeyên hevdîtinên parêzer û malbatan heta qedexeyên cezayên disiplînê û telefonê û qedexeyên di dema OHAL’ê de li Îmraliyê ketin meriyetê, di gelek mijaran de nêrîn bi AYM’ê re parve kir.
 
Li gor wezaretê 'miameleya xerab' tune ye 
 
Wezaretê di 24’ê adarê de têkildarî astengkirina hevdîtina parêzer û malbatê ji AYM’ê re nêrîn pêşkeş kir. Wezaretê got “Li Îmraliyê muameleya xerab tune ye” û îdia kir ku “Hevdîtin ji ber kêmasiyên derdikevin hevdîtin nayên kirin” û ev rewş jî weke rewşeke “Maqûl” nirxand.
 
Biryara DMM'ê hat tehrîfkirin
 
Wezareta Dadê têkildarî astengkirina hevdîtinên piştî OHAL’ê li Îmraliyê tên kirin bi AYM’ê re nêrîn parve kir û vêcarê jî argumanên di biryara “Ocalan No.2” yên hikûmetê weke “Tespîtên DMME’yê” pêşkeş kir. Parêzeran jî da zanîn ku wezaret ji bo rewakirina tecrîdê biryarên DMME’yê tehrîf dike.