Li Muglayê mirina bi guman a jinekê

  • 12:44 2 Hezîran 2023
  • Rojane
MÛGLA - Gulsum Yavaş a li Bodrûmê winda bûbû, cenazeyê wê li nêzî bîrek avê hat dîtin. 
 
Gulsum Yavaş (57) li navçeya Bodrûma Mûglayê di 31’ê gulanê de winda bûbû û derbarê wê de wek “winda” hatibû ragihandin. Gulsum  a li taxa Pinarlibelen dijî mirî hat dîtin. Lawê wê Osman Yavaş îxbara “winda ye” dabû leşkeran û xebata lêgerînê hatibû destpêkirin. Leşker û xelkê taxê bi hev re li Gulsum geriyan. 
 
Leşkeran duh bi şev cenazeyê Gulsum li nêzî bîra avê ya li Deşta Etrîm Beylîk dîtin. Tîmên tenduristiyê cenazeyê Gulsum  ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tiba Edlî ya Mûglayê. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.