Girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel dernaxin revîrê jî

  • 09:02 2 Hezîran 2023
  • Rojane
 
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel ku nexweşa şekir, tansiyon, kolestkol, fitqa pişt û stu ye ji 2019’an de ye girtî ye. Ji bo dermankirina wê di hawirek rehet de bê kirin anîn GirtîgehaTîpa R ya Menemen a Îzmîrê  lê ev mehek dernaxin revîrê.
 
Li girtîgehan şert û mercên giran bandorek mezin li ser girtiyên nexweş dike û binpêkirinên mafan roj bi roj girantir dibin. Bi taybet mafên girtiyên siyasî tên astengkirin. Rewşa girtiyên nexweş  her diçe girantir dibe û ne dewlet ne jî SaziyaTipa Edlî di vê mijarê de peywira xwe tîne cih. Di pêvajoya dawî de giştînameya ku îmzeya  wezîrê dadê Bekîr Bozdag jî lê ye ya bi sernavê ‘Ji ber nexweşî, seqetiyan divê ceza bên sivikirin an jî bên rakirin’ di 3’ê Çileyê 2023’an de hat weşandin. Li gorî giştînameya şandin serdozgeriyan tê gotin ku divê di çarçoveya xala 104’an a Destura Bingehîn de serokomar cezayan sivik bike an jî rabike. Ev giştînameya ku rayeya efûyê dide serokomar, ji bo hîzbullah, feto, bazirganên hişbirê hat bikaranîn. Giştîname ji bo girtiyên siyasî nayê bikaranîn û girtiyên nexweşên giran ên siyasî terkî mirinê tên kirin.
 
Girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel ji endamtiya rêxistinê  ji 2019’an de ye giriî ye. Ev cara 5’an ku hatiye girtin û gelek nexweşiyên wê yên kronik hene û rewşa wê girane. Berê sê caran li girtîgehê qeyrana dil derbas kiriye herî dawî bi armanca dermankirinê birin girtîgeha Tîpa R ya Îzmîrê. Lê ev meheke dernaxin revîrê.  Malbatê diyar kir ku divê Muhlîse demildest bê tahliyekirin û dermankirin.
 
‘Li gorî rapora ATK’ê ji sedî 90 nikare girtî bimîne’
 
Muhlîse ya 60 salî ji Muşê ye û di 2019’an de bi îdiaya endamtiya rêxistinê li Muşê hat giritn. Muhlîse li girtîgehên Muş û Kayseriyê ma û ji bo di hawirek baş de bê dermankirin rakirin girtîgeha Tîpa F ya Menemenê. Ev meheke li îzmîrê ye û tevî nexweşiyê wê giranin ATK her carê rapora dikare girtî bimîne dide. Herî dawî ATK’a Kayseriyê rapora ji sedî 90 nikare girtî bimîne da Muhlîseyê.
 
‘Di hucra yek kesî de dimîne’ 
 
Muhlîseyê mehek û nîv berê ji xizmên xwe re got ji ber nexweşiyan dê wê bişînin girîgeha Tîpa F ya Îzmîrê. Muhlîse birin girtîgeha   Menemenê lê ev meheke di hucra yek kesî de dimîne.  Malbatê diyar kir ku tevî meheke li wê girtîghê ye nabin revîrê û gotin ew nikare bi tena serê xwe di hucreyê de bimîne. Malbatê da zanîn ku ji bo jiyana xwe bidomîne divê hinek li gel wê bin û got çav û lingên wê hemû werimî ne. 
 
Malbat: Dibe ku binpêkirin zêde bibin
 
Muhlîseyê di berdewamiya axaftina xwe de gotiye ku têkoşîn bi hilbijartinan ne sînordar e wê li ber xwe bidin. Malbatê herî dawî got ku ew wek malbatên girtiyan bi fikarin û got binpêkirinên mafan yên li ser girtiyan dibe ku hîn bêtir zêde bibin.