2'yê Hezîrana 2015: Kampanyaya 'Em pişta xwe didin Erdogan' hat destpêkirin

  • 09:01 2 Hezîran 2023
  • Di Dîrokê De Îro
 
Serekomar Tayyip Erdogan li dijî jinên pişta xwe dabûn wî gotinên zayendperest bi kar anîbû. Li ser vê yekê li ser medyaya dîjîtal jinan dest bi kampanyaya "Em pişta xwe didin Erdogan" kirin. 
 
Serekomar Tayip Erdogan di çarçoveya "Mîtinga alîkariya ya hilbijartinê ya AKP'ê" de li gelek bajaran di bin navê merasîma vekirinê ya komî de di 1'ê Hezîrana 2015'an de li Îdirê axivîbû. Di nava axaftina xwe de gotinên zayendperest ji jinan re kiribû. Tayyip Erdogan ji jinên pişta xwe bi wî vekiribûn gotinên zayendperest bi kar anîbû. Jinên bertek nîşanî vê yekê dan di 2'yê Hezîranê de li ser medyaya dîjîtal kampanyaya "Em pişta xwe didin Erdogan" da destpêkirin. Jinan di çarçoveya kampanyayê de wêneyên pişta xwe dabûn Tayip Erdogan û vîdeoyên xwe li ser medyaya dîjîtal parve kirin. 
 
Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro wiha ne:
 
2016: Li dijî bûyerên destdirêjiyê yên li Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTU) zêde bûbûn Piştevaniya Jinê ya ODTU'yê di 15'ê Nîsanê de li ber rektorê dest bi çalakiyan kirin. Ji bo daxwazên wan bên qebûlkirin xwendekaran li ber rektortiyê nobet girtin. Di navberê de li kompusê forum dihatin lidarxistin. Di 2'yê Hezîranê de têkoşîna xwendekaran bi encam bû û rektortiyê biryar da ku di nava kampusê de Yekîneya Pêşîgirtina Destdirêjiyê hat avakirin. 
 
2020: Di 150'emîn roja windakirina bi guman a Gulistan Doku ya beşa Gihaştina Zarokan li Zanîngeha Mûnzûrê dixwend ji bo Gulîstan bê dîtin û lêpirsîneke esas têkildarî gumanbaran de bê meşandin bi pêşengiya Komîsyona Edaletê ya ji bo Gulîstan Dokû li ser medyaya dîjîtal bi etîketa  “#ZaynalveAilesiYargılansın” çalakî hat lidarxistin. Gelek rêxistinên jinan, siyasetmedar, karhênerên medyaya dîjîtal beşdarî çalakiyê bûn.