Malbata Şenyaşar: Dê hesaba vê zilmê ji we bê pirsîn

  • 13:07 30 Çile 2023
  • Rojane
 
RIHA - Malbata Şenyaşar çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê tevî baranê jî domand. Malbatê, bertek nîşanî gotina “Edalet, fermana Xwedê ye” ya wezîrê dadê da û wiha got: “Heke edalet fermana Xwedê be wê demê ev dayik çima 2 sal in li ber deriyê edliyeyê ye? Dê hesaba vê zilmê ji we bê pirsîn.” 
 
Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûsa Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku bi birîndarî ji komkujiyê xelas bûbû, di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 693’yan de berdewam kir. Emîne û Ferît Şenyaşar di saetên serê sibehê de ji Pirsûsê hatin pêşiya Edliyeya Rihayê û dest bi nobetê kirin.  
 
Pankart li malbatê vegerandin
 
Zabiteyên girêdayî Şaredariya Rihayê ya di bin rêveberiya AKP’ê de, di 22’yê cotmeha 2022’yan de pankarta malbatê ya “Ji bo malbata Şenyaşar edalet” desteser kiribûn û ev pankart dîsa li wan vegerandin. Koma zabiteyê çû cem dikandarekî ku xizmê malbata Şenyaşar bû, lêborîn xwest û pankart li malbatê vegerandin. Malbatê jî pankarta ji zabiteyan wergirtî dîsa vekir. 
 
'Dê hesabê vê zilmê ji we bê pirsîn'
 
Ferît Şenyaşar da zanîn ku zabiteyên girêdayî şaredariya AKP’î îro pankarta wan lê vegerandine û lêborîn xwestine. Şenyaşar bi domdarî wiha got: “Parlamenterekî li Meclisê di nava AKP’ê de cih digirirt (Ahmet Eşref Fakibaba) ji ber vê zilmê îstîfa kir. Îro jî rêveberên AKP’ê yên bajar bi rex me re derbas dibin û dibêjin; ‘Em vê komkujiya ku parlamenter kiriye qebûl nakin. Em ê di hilbijartina pêş de nehêlin ew bikeve lîsteya parlamenteriyê.’ Wezîrê Dadê dibêje; ‘Edalet fermana Xwedê ye.’ Madem edalet fermana Xwedê ye, wê demê dayikeke ser bi 65 salî çima ev 2 sal in li ber deriyê edliyeyê ye? Di havîn û zivistanan de nobetê digire. Daxwaza dayikê edalet e. Heke Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag qala Xwedê bike, sibe roja axretê heye, dê destên vê dayikê bi qirika te ve bin. Dê hesaba vê zilmê ji we bê pirsîn.” 
 
Tevî barana zêde jî malbat nobeta xwe ya li ber deriyê ketina edliyeyê didomîne.