Hejmara birîndarên erdheja Xoyê zêdetirî 800 kesî ne

  • 12:42 30 Çile 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber erdhejea li Xoyê ya Rojhilatê Kurdistanê zêdetirî 800 kes birîndar bûne, 7 kesan jî jiyana xwe ji dest dane. 
 
Her diçe qurbaniyên erdheja Xoyê ya Rojhilatê Kurdistanê zêdetir dibe. Li gorî agahiyan zêdetirî 800 kes birîndar bûne, 7 kesan jî jiyana xwe ji dest dane. Gelek kes jî li ber sir û seqemê, li derve mane. Şeva 28’ê Çileyê bi mezinahiya 5.9 pileyî li Xoyê herêma Ûrmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê erd hejiya.
 
Li gorî agahiyên hatin girtin, hejmara birîndarên erdheja Xoyê zêdetirî 800 kesî ne. Di encama erdhejê de heta niha zêdetirî 7 kesî jî jiyana xwe ji dest dane.
 
Di nava şert û mercên giran ên zivistanê de bi sedan kesên mal û xaniyên wan hilweşiyayî, li ber sir û seqema zivistanê bê alîkarî mane. Rayedarên Îranê diyar dikin ku bi hewara xelkê çûne, lê dîmen û wêneyên tên parvekirin, berovajî vê rewşê ye.
 
Duh şev jî di pileya 4.5 erd dîsa hejiyaye.