'Tecrîd astengiya herî mezin a li pêşiya demokrasiyê ye'

  • 12:12 30 Çile 2023
  • Rojane
 
ENQERE - Parlementerên HDP’ê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdulla Ocalan dest bi Nobeda Edaletê kirine wiha gotin: “Em dizanin bi tenê ji Îmraliyê demokrasî û aştî wê were Rojhilata Navîn. Heke tecrîd were rakirin wê gel karibe aram bibe. Tecrîd astengiya herî mezin a li pêşiya demokrasiyê ye.”
 
Nobeda Edaletê ya ku ji aliyê parlamenterên HDP'ê ve li dijî tecrîda li Îmraliyê hatiye destpêkirin, di roja 28'an de didome. Parlamenterên HDP’ê Kemal Pekoz, Mûazzez Orhan, Abdullah Koç, Ayşe Surucu û Erdal Aydemîr beşdarî nobedê bûn.
 
Abdullah Koç di nobetê de axivî û got “Gelê hêja, weke hûn jî dizanin ev nêzî 2 sal in li Îmraliyê tecrîd tê meşandin. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Ji ber vê yekê, em Koma HDP'ê 28 roj in di Nobeta Edaletê de ne. Em 28 car in bang li Wezîrê Edaletê û hikumeta AKP’ê dikin, mixabin 24 meh in li Tirkiyeyê destûr nayê dayîn ku birêz Ocalan û girtiyên din bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bînin. Ev pêkanîn kêfî ne. Mixabin li Îmraliyê xalên wekheviyê yên Destûra Bingehîn nayên bicihanîn, malbata birêz Ocalan, malbatên girtiyên din û raya giştî ya Tirkiyeyê bi fikar in. Ev tecrîd demeke dirêj e li ser gel û siyaseta Tirkiyeyê tê meşandin.”
 
'Tecrîd astengiya herî mezin a li pêşiya demokrasiyê ye'
 
Gelên Tirkiyeyê di nava aloziyeke aborî û siyasî de ne. Niha pêvajoya hilbijartinê didome. Mixabin ber bi hilbijartinan ve hemû herêmên welat di nava krîzê de ne. Astengiya herî mezin a li pêşiya demokratîkbûnê tecrîda li Îmraliyê ye. Bi rakirina vê tecrîdê re wê bêhna gelê Tirkiyeyê were ber. Ji ber vê yekê em Koma HDP'ê ya cara 28'an, bang li Wezîrê Edaletê û hikûmetê dikin dibêjin; qanûnên heyî pêk bînin, em serlêdanek cuda naxwazin. Tekane daxwaza me ew e ku em bi rêzdar Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê li gorî Makeqanûnê û qanûnan hevdîtinan pêk bînin.
 
Di demên berê de me dîtiye, dema ku astengiyên li pêşiya Îmraliyê ji holê rabin, wê civaka Tirkiyeyê jî bi pêş bikeve. Bi rastî jî wê rêya gihandina demokrasiyê ya ku niha xitimî ye bihata vekirin. Em dixwazin diyar bikin ku astengiya herî mezin a li pêşiya civaka Tirkiyeyê, demokrasî û aştiyê tecrîda li Îmraliyê ye.
 
Em dizanin ku bayê demokrasî û aştiyê ku wê were Rojhilata Navîn dikare ji Îmraliyê were. Divê demildest dev ji van pêkanînên neheq û neqanûnî berdin. Em dixwazin ku birêz Ocalan û girtiyên din ên ku ev 2 sal in destûr nadin ku bi malbat û parêzerên xwe re li Îmraliyê hevdîtinê pêk bînin, bi parêzer û malbatên xwe re hevdîtinê pêk bînin.”