Konsolosxaneya Emerîka: Nêzî 100 malbatên Êzidî vegeriyan malên xwe

  • 12:11 30 Çile 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Konsolosxaneya Emerîka eşkere kir ku nêzî 100 malbatên Êzidî ji wargehên penaberan derketin û vegeriyan ser xaka xwe.
 
Konsolosxaneya Emerîka ya li Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku nêzî 100 malbatên Êzidî karîn ji wargehan derkevin û vegerin ser malên xwe yên li Qehtanî ya Şengalê.
 
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hîn jî nêzî 400 malbatên din yên Êzidî di wargehan de dijîn.