Binpêkirina mafên li Girtîgeha Sincanê didome

  • 10:29 30 Çile 2023
  • Rojane
 
ENQERE- Elif Çetinbaş a li Girtîgeha Jinê ya Sîncanê xwest ji hevalê xwe yê li Girtîgeha Tîpa S'yê re pirtûkê bişîne. Lê belê ev wekî "xebergirtina rêxistinî" hat nirxandin. 
 
Binpêkirina mafên li girtîgehan dewam dikin. Yek ji girtîgeha herî zêde binpêkirina mafan lê pêk tê Girtîgeha Jinê ya Sîncanê ye. Elif Çetinbaş a li Girtîgeha Jinê ya Sîncanê xwest ji hevalê xwe yê li Girtîgeha Tîpa S'yê Muhammed Îlgun re pirtûkê bişîne. Ev yek ji aliyê Serokatiya Lijneya Çavdêrî û Îdareya Mudurtiya Girtîgeha Sîncanê ve hat astengkirin. 
 
Pirtûk wekî "xebergirtina rêxistinî" hat hesibandin
 
Elîfê ji bo biryara "xebergirtina rêxistinî", astengkirina pirtûkê îtiraz kir. Dadgeriyê di 12'ê Kanûna 2022'yan de ev daxwaz red kir.