Mîchela Arrîcale: Wezareta dadê bersiv neda me

  • 09:05 30 Çile 2023
  • Rojane
 
Dilan Babat/Melek Avci
 
ENQERE - Hevseroka Koma Têkoşîna Hiqûqî ya Navneteweyî Mîchela Arrîcale da zanîn ku di serdana Tirkiyeyê de ji wezareta dadê daxwaza hevdîtinê kirine û got: “Ger wezaretê hevdîtin qebûl bikira armanca me avakirina pira ji bo çareseriyê bû. Lê em dibêjin tecrîda li ser Birêz Ocalan divê rabe."
 
Terîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome û ev rewş bi gelê Kurd û rayagiştî re rê li ber fikaran vedike. Wezareta Dadê û CPT  tevî hezaran serlêdanê bêdengin û li dijî vê bertek mezin dibin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî tecrîdê çalakiya nobeta edeletê ya li ber meclîsê da destpêkirin didomîne û li aliyê din jî delegasyoneke navneteweyî bi armanca balê bikşîne ser tecrîdê û binpêkirinên li girtîgehan hat Tirkiyeyê.
Endamên Delagasyona Navneteweyî ya li dijî Tecrîdê ku ji 7 welatî û bi giştî ji 36 kesî pêk dihat di navbera 25-27’ê Çile de li Stenbol, Amed û Enqereyê serdan pêk anîn.  Piştî serdanê jî li Stenbolê Forumek bi mijara ‘tecrîda navneteweyî’ pêk anîn û encamname weşandin. Di encamnameyê de hat diyarkirin ku çareseserî azadiya Abdullah Ocalan e.
 
Hevseroka Koma Têkoşîna Hiqûqî ya Navneteyî –Navenda Demokrasî û Lêkolînê ya Antalyayê û endama Yekitiya Hiqûqnasên Ewropa (ELDH) Mîchela Arrîcale ku di nava delegasyonê de û di serdanên Enqerê de cih girt der barê mijarê de axivî.
 
‘Wê parêzer bikevin tevgerê’
 
Mîchela diyar kir ku tevî ku li welat û ji qada navneteweyî ji bo hevdîtina bi Ocalan re bi hezaran serlêdan hatine kirin Tirkiye bêdenge û got: “Ev bêdengî bi armanca ku parêzer li dijî dijhiqûqiyê îtîraz nekin tê kirin.Tirkiye ji bo tecrîdê bersivê nade û bêdenge. Ji ber dizanin ku bersiv bidin wê parêzer li dijî vê dijhiqûqiyê îtîraz bikin. Ji ber vê jî hevdîtinan asteng dike.  Sedema din jî ev e ku Tiriye ji usulên hiqûqî direve. Tecrîda li Îmraliyê jî tê de. Hemû girtî xwedî mafên wekhv û mafên hêviyê ne. Lê Ocalan ji vê bêpar tê hiştin û bi dijhiqûqî ev maf ji dest birêz Ocalan hatiye girtin.”
 
‘Bedela tehdîdan Kurd didin’
 
Mîchela got ligel dijhiqûqiya Tirkiyeyê  qada navneteweyî jî bêdeng û bi salane gelê Kurd di pirsgirêka jeopolîtîk de hatiye tengezarkirin. Mîchela wiha anî ziman: “Dewlet ji bo berjewendiyan navbera xwe û Erdogan xira nakin. Naxwazin bi Erdogan re bên hember hev. Ji ber vê bi Erdogan re li hev dikin. Hewcedariya wan bi Erdogan heye. Erdogayn her tim Ewropayê bi penaberan tehd dike û dibêje wê deriyên xwe vebikin. Bedela van tehdîdan jî Kurd didin.”
 
Wezaretê bersiv neda
 
Mîchela balkişand ser serdanên kirine û wiha domand: “Rojeva esas tecrîd bû. Ligel vê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bû. Tirkiyeyê şertên tecrîdê normal kiriye û wek rutînekê pêk tîne.Me bi saziyan re hevdîtin kir û ev rewşa giştî axivîn. Me xwest em bi wezareta dadê re hevdîtinê bikin. Lê bersivek nedan me. Lê ger bersiv bidana me em amadebûn ji bo çareseriyê bibin pir. Hêviya me ev e ku hemû serdan bi fêde bin. Me ji wezareta dadê hevdîtin daxwaz kir. Lê em nizanin wê qebûl bikin an na. Daxwaza me ev e ku tecrîda li ser Birêz Ocalan û girtiyan bê rakirin. Piştî vê serdanê em hemû parêzer em ê ji nû ve nexşerêya xwe ava bikin.”