Leîla Saadatî: Em şoreşa nifşê Z li Îranê dibînin

  • 09:03 30 Çile 2023
  • Rojane
 
Melek Avci
 
ENQERE - Rojnameger Leîla Saadatî pêvajoya li Rojhilat û Îranê nirxand û got: “Oldar jî dixwazin rejîm biguhere. Baweriya mirovan jî zerareke mezin ji rejîmê dît. Em niha ji vê berxwedana tê dayîn re dibêjin şoreşa nifşê Z ya Îranê.”
 
Di meha îlona 2022’an de li Îranê jina Kurd Jîna Emînî hatibû qetiklirin û piştî vê protestoyên dest pê kirin veguherîn berxwedanê û 5 meh e berxwedan didome. Di vê pêvajoyê de bi sedan kes hatin qetikirin, bi hezaran kes bi îşkenceyê hatin binçavkirin û girtin. Tevî hemû zextan berxwedan didome. 
 Rojnameger Leîla Saadatî ya di Iran Internatîonal a TV Haber de dixebite der barê pêvajoya li Îran û rojhilatê Kurdistanê de ji ajansa me re axivî.
 
Bîlançoya protestoyan
 
Leîla got ku heta niha li sedan kesî cezayê darvekirinê hatiye birîn û berdewam kir: “5 meh e serhildan didome. Li kolanan di protestoyan de nêzî 500 kesî hatin qetilkirin.Herî kêm 70 heb ciwan û zarok bûn. bi sedan kes ji ber guleyên plastîk û paletên metal kor bûn. bi hezaran kes hatin girtin û 4 heb hatin darvekirin.109 kes niha bi xetereya darvekirinê re rû bi rû ne.”
 
Pêkanînên îşkencê
 
Leîla wiha dirêjî dayê: “Gelek ciwan hatin girtin û îşkence li wan hatin kirin. Li bajarê Zahedan piştî mîtîngê pêla girtinê hat destpêkirin.Aktîvîsta mafên mirovan Narges Mohammadî li girtîgeha Evînê ya Tahranê der barê koxuşa jinan de daxuyaniyek dabû. Diyar kiribû ku li 57 girtiyên jin îşkenceya hovane hatine kirin”
 
‘Oldar jî dixwazin rejîm biguhere’
 
 Leîla di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Çalakger ji ber tundiyê naxwazin bi rejîmê re li hev bikin. Di alî mafên xwe de pir bi israr in. Daxwaza wan pergalek demokratîk e. Oldar jî dixwazin rejîm biguhere. Baweriya wan jî zerar dîtiye. Nifşê Z li dijî teokrasiyê têkoşînek wêrek nîşan da. Vî nifşî li dijî dewleta Îranê pozîsyona xwe girtiye. Di çalakiyên li Îranê de rola hemû aktîvîstên mafên jinan heye. Ev nifş wek dijminê fanatîk ê rejîmê ye. Ev nifş li gorî nifşên berê hîn bêtir di qada perwerde û civakî de çalake. Wek xwecihiyên dîjîtal hatin nasîn. Piştî Jîna Emînî her kesî dît ku Li Îranê çi diqewime.”
 
‘Gel xurekê ji qutiyên gelaşê digirin’
 
Leîla bal kişand ser pirsgirêkên heyî yên li Îranê û got hikûmet di çareserkirina pirsgirêkan de gelek bêperwa tevdigere û wihagot: “Pisporan hişyariyek kir. Li Îranê têkçûna aborî û civakî tê dayîn. Mirov xizantir bûne û gelek kes ji qutiyên gelaşê xurekê kom dikin. Hejmara zarokên dixebitin jî roj bi roj zêde dibe. Malbat û ciwanên betal bêçare ne. Êdî bi hezaran welatiyiyên Îranê welat terk dikin. Mînak Tirkiye bûye welatê wan ê duyem.”
 
Leîla di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku di navbera hikûmetê û gel de cudahiyên mezin ava bûne û êdî li Îranê du mîlyon oldarên radîkal nikarin 80 mîlyonî bi rêve bibin û kontrol bikin.