Parêzer Asli Pasînlî: Bi qanûna turbanê diwazin jinan ji hev biqetînin

  • 09:02 30 Çile 2023
  • Rojane
Şehrîban Aslan
 
AMED - Seroka DAKAY-DER a Amedê parêzer Asli pasînlî der barê qanûna turbanê de axivî û got: “Dixwazin cudahiyê bikin navbera jinan û jinan ji hev veqetînin.”
 
Pêşnûmeqanûna guherîna Destura Bingehîn di 9’ê Kanûna 2022’an de ku misogerkirina turbanê di nav xwe de dihewîne bi îmzeya 336 parlameterî pêşkêşî serokatiya meclîsê hat kirin. Pêşnûme di xalên 24 û 41 ya Destura Bingehîn de guherînê pêşniyar dike û ev di Komîsyona Destura Bingehîn ya Meclîsê de hat qebûlkirin. Seroka Komeleya Piştevaniya bi Destê Jinê (DAKAH-DER) Asli Pasînlî der barê xalên 24 ya sernavê ‘parastina malbatê û mafê zarokan’ û xala 41’ê de nirxandin kir.
 
‘Bedena jinê tê îstîsmarkirin’
 
Asliyê da zanîn ku yek ji pêşnûmeya guherîna destura bingheîn a ewil guherîna der barê cil û bergan ya duyem jî li ser têgeha malbatê ye. Asliyê got li ser herdu xalan nîqaş didomin û wiha got: “Di xala 24 û 41’ê de ji bo guherînê pêşnûme tê dayîn. di vir de der barê kesên bi turban û ne bi turban yên di qada cemawerî de xizmetê didin, pêşnûmeyeke ku ewlehiyê ava dike tê dayîn. Der barê têgeha malbatê de jî hevokek wek ‘malbat sazbûnek ji mêr û jinê ava dibe’ wê bê zêdekirin, di rojevê de ye. Belkî divê em bi sererastkirina der barê cil û bergan dest pê bikin. Li cîhan û Tirkiyeyê der barê dîzaynkirina cil û bergên jinan hewldanên tên dayîn ne tiştekî nû ye. Di siyasetê de bedena jinê tê îstîsmarkirin. Em dikarin ji ser vê jî biaxivin.”
 
‘Dixazin jinan ji hev veqetînin’
 
Asliyê daxuyakirin ku der barê jinan de polîtîkayên derbarê bedena jinê niha li gelek welatî di rojevê de ne û ji sererastkirina kurtajê bigirin heta protestoyên bi Jîna Masa Emînî re dest pê kirine; ku ji ber Jîna serê xwe li gorî rejîmê negirt tevgera civakî hat destpêkirin û wiha dirêjî dayê: “Dîsa li Afganîstanê piştî Talîban hat ewil der barê bedena jinan de sînorkirin anîn. Qanûnên der barê cil û bergên jinan de tûnd kirin. Mafê perwerda jinan ji destê wan hat girtin. Nehiştin jin tenê derkevin kolanan û parkan. Em dibînin ku jin li kolanan tên qemçîkirin. Ev hemû di bin navê îslamê de hatin kirin. Li cîhanê tevgerek wisa heye û li Tirkiyeyê jî hewl tê dayîn krîza turbanê bê afirandin. Ev hemû di esasê de ev e ku berê civakê bidin wî alî. Desthilatdarî dixwaze jinan ji hev veqetîne.”
 
‘Divê her kes bibêje na’
 
Asliyê wiha dawî li axftina xwe anî: “Gelo desthilatdarî çima vê dike metneke destura bingehîn. Divê ev bê pirsîn. Li gorî daxwazên tarîkat û cemaetan di metnên qanûnî de sererastkirin tên kirin. Me ev di fehskirina Peymana Stenbolê de jî dît. Di qada cemaweriyê de turbana jinan ne pirsgirêke.  Ji  vê guherînê re gelek alî dibêjin ‘na’. Têkoşîna jinan a li Tirkiyeyê jî ji vê guherînê re dibêje na. Wek hun dizanin HDP û Partiya Karkeran qet tevli hevdîtinan nebûn. Îyî Partî û CHP tevli bûn. Em jî pêvajoya ku didome dipên.”