Dayikên Aştiyê li Helebê, li dijî êrişan derketin

  • 15:25 3 Kanûn 2022
  • Rojane
 
 
HELEB - Dayikên Aştiyê li pêşiya navenda xwe ya li rojavayê taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê kom bûn û daxuyanî da. Berdevka Dayikên Aştiyê Rexda Remedan daxuyanî xwend û got:"Dewleta tirk a dagirker çiqas êrişên li dijî herêmê zêde bike, israr û berxwedana me ya li gorî şerê gel ê şoreşgerî zêde dibin. Em li gorî pêdiviyên qonaxê ji bo parastina destkeftiyên şoreşa xwe û fedekariyên şehîdên xwe tev digerin."
 
Dayikên Aştiyê yên li Helebê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û got ew ê ji bo parastina destkeftiyên şoreşê têkoşînê dewam bikin.
 
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: "Dewleta tirk a dagirker hebûna Kurdan li 4 parçeyên Kurdistanê û projeya demokratîk a ku bi nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser erdê di meriyetê de ye tehemul nekir, ji ber vê yekê êrişan dike.
 
Lê senaryoya binkeftî ku Suleyman Soylu beriya çend rojan di teqîna li qada Taksîmê ya Stenbolê de afirand, bihaneyeke da ku êrişan li dijî herêmê pêk bîne krîza hundirîn a li Tirkiyeyê veşêre.
 
Armanc ji êrişên bênavber ên bi rêya balafirên şer koçberkirina şênî û guhertina demografiya herêmê ye, da ku bi wê re Osmaniyê vegerîne. Lê bi hêza Kurdan ku li pêş siyaset û timayên wê disekine ew Osmanî têk çûye.
 
Dewleta tirk a dagirker çiqas êrişên li dijî herêmê zêde bike, israr û berxwedana me ya li gorî şerê gel ê şoreşgerî zêde dibin. Em li gorî pêdiviyên qonaxê ji bo parastina destkeftiyên şoreşa xwe û fedekariyên şehîdên xwe tev digerin."