Li Amed û Êlihê aqûbeta windayan hat pirsîn

  • 15:04 3 Kanûn 2022
  • Rojane
 
 
AMED / ÊLIH - Malbatên Windayan di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Ender Togcû yê ku ji sala 1994’an ve tu agahî jê nayên girtin û aqûbeta Mehmet Racî Degîrmencî yê di 27’ê mijdara 1993’yan de li ber mala xwe ya li Taxa Kismet a Êlihê hatiye qetilkirin pirsîn. 
 
Vê heftê li Amedê li aqûbeta Ender Togcu û li Êlihê jî li aqûbeta Mehmet Racî Degîrmencî hat pirsîn û carek din bangewaziya darizandina kujeran hat kirin. 
 
Amed
 
Malbatên Windakiriyan û rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 721’an de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezana Amedê li dar xistin. Malbatên ku wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin hilgirtin vê heftê aqûbeta Ender Togcu yê ku di sala 1994’an de li navenda Amedê di bin çavan de hatiye windakirin pirsîn.
 
Di destpêke de Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn axivî. Abdullah, anî ziman ku her çiqas OHAL hatibê rakirin jî li Kurdistanê sepanên OHAL’ê berdewam dikin û wiha got: “Hefteya borî çalakiya me ji ber biryara qedexeya çalakiyan a Walitiyê Amedê bi awayekî keyfî hat asteng kirin. Bi van qedexeyan armanc çiye gelê kurd pir baş dizane. Xizmên windakiriyan ji ber van biryarên keyfî tu caran di tekoşîna xwe de paş ve gav naavêjin. 
 
'Ji ber bêdengbûna we binpêkirina mafan tê jiyîn'
 
Abdullah, Aydin Erdem ku di 6’e kanûna 2009’an de di protestoyên girtina Partiya Civaka Demokratîk (DTP) de hatibû qetilkirin jî bi bî bîr xist û wiha pê dê çû: “Em di salvegera qetilkirina wî de wî bi rêzdarî bi bîr tînin. Lê tevî ku ev qas sal bi ser de derbasbûn jî kûjer nehatin dîtin. Derheqê polîsan de lêpirsîneke bi bandor nehat destpêkirin û nehatin darizandin. Komîsyona me ya hiqûqê ew dosya bir Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) û Tirkiyeyê bi bersiva ku derheqê bûyerê de da dadgehê sûce xwe qebûl kir. Tirkiyeyê qebûl kir ku bi guleya polîsan Aydin Erdem hat qetilkirin û lêpirsîneke bi bandor jî nehat destpêkirin. Lê ew dosya bi neşopandine û bê cezakirine re rû bi rû ye. Niha jî sepanên bê hiqûqî berdewam dikin. Herî dawî jî gelek karmendên perwerdehiyê ji karê xwe hatin dûrxistin. Lê muxalefeta ku li dijî desthilatê, dema mijar dibe mafê kurdan bê deng e. Bi vê bêdengiyê û helwestê, muxalefeta heyî nikarê tu pirsgirêkên civakê çareser bike. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd tu bernameya partiyên muxalîf jî tune ye. Em jî li vir bang li muxalefetê dikin dibêjin; divê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û binpêkirina mafan bernameyeke we hebe. Ji ber bêdengbûna we binpêkirina mafan tê jiyîn.”
 
'Li mala we çek heye hûn dê çekê radestî me bikin'
 
Pişt rê jî Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz çîroka Ender Togcû ye ku di  29’ê mijdara 1994’an de li navenda Amedê di binçavan de hatibû windakirin xwend. Firat diyar kir ku di 29’ê mijdara 1994’an saet 22.00’an de polîsan bi ser mala bavê Ender Togcû, Huseyîn Togcû de girtine, tundî li wan kirine û pirsa Togcû kirine. Firat bi lêv kir ku polîs bi heman awayî bi ser mala birayê Togcû Alî Togcû de jî digrin û wiha qal kir: “Bi heman awayî ji wî re jî pirsa Ender Togcû dikin. Alî Togcu ji polîsan re dibêje, ‘saet di 15.00’an de ji cem min çû niha nizanim li ku ye’. Pişt re polîs careke din vedigerîn mala bavê Ender Togcû û dibêjin, ‘li mala we çek heye hûn dê çekê radestî me bikin’ û diçin çekê derdixin û dibêjin cihê ku we çek lê veşartiyê zarokê we Ender ji me re gotiye û saet di 24.00’an de ji malê derdikevin.”
 
'Piştî sê rojan li ser rêya Erganiyê tê berdan...'
 
Di berdewama axaftina xwe de Firat anî ziman ku birayê Ender Togcû piştî wê rojê li kahwexaneyê ji aliye polîsan ve tê binçavkirin û wiha domand: “3 rojan di bin çavan de pirsan ji wî dikin. Bira Alî Togcû ji polîsan re dibêje ‘min ew nedîtiye’ li ser vê gotinê, polîs dibêjin ‘derewan neke me ew girtiye li ser wî lîsteyek derket. Di wê lîsteyê de bihayê bêtêl û pîlan jî hebû.’ Li gor gotinên bavê Ender Togcû Huseyîn Togcû, birayê Ender Togcû Alî Togcû di bin çavan de qerîna Ender dibihîse. Alî Togcu piştî sê rojan li ser rêya Erganiyê tê berdan.”
 
25 sal derbas bû
 
Di dawiya axaftina xwe de Firat Akdenîz destnîşan kir ku tevî serlêdanên malbatê jî tu agahî ji Ender Togcû nehatine girtin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bav Huseyîn Togcû piştî zarokê wî Ender Togcû tê windakirin her meh serî li Dadgehên Ewlekariyê yên Dewletê (DGM) dide lê jê re bersiv didin û dibêjin, ‘Zarokê we nehatiye binçavkirin di nav lîsteya binçavkirinan de navê wî tune ye.’ Birayê wî jî serî li qereqolê çarşiyê dide lê tevî ku bi ser re 25 sal derbas bûne jî derbarê windakirina Ender Togcû de tu agahî nayên girtin.”
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştine bi dawî bû.
 
Êlih
 
Li Êlihê jî Xizmên Windakiriyan û rêveberên şaxa ÎHD’ê di hefteya 557’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê li dar xist û daxuyanî dan. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin. Di çalakiyê de Rêveberê Şaxa ÎHD’a Êlihê Huseyîn Elçî axivî. Huseyîn, diyar kir ku ji bo aqûbeta windakiriyan bê zanîn têkoşînê didomînin û anî ziman ku heta rastî derkevin holê wê di têkoşîna xwe de israr bikin. 
 
Huseyîn, da zanîn ku vê hefteyê ji bo aqûbeta Mehmet Racî Degîrmencî yê di 27’ê mijdara 1993’yan de li ber mala xwe ya li Taxa Kismet a Êlihê hatiye qetilkirin bipirsin kom bûne û çîroka Mehmet Racî Degîrmencî xwend. 
 
Daxuyanî bi deqîqeyekê çalakiya rûniştinê bi dawî bû.