'Wê zihniyeta edaletê nabîne, winda bike'

  • 14:45 3 Kanûn 2022
  • Rojane
 
 
RIHA - Di roja 635'emîn a Nobeda Edaletê ya Emîne û Ferît Şenyaşar de hat gotin:"Wê zihniyeta edaletê nabîne, winda bike."
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’ê de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 635’emîn de berdewam kir. Malbat ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê, hate ber deriyê edliyeyê û dest bi nobetê kir. 
 
Ferît Şenyaşar bal kişand ser mîtînga dê Serokomarê AKP'yî Tayyip Erdogan li bajêr çêbike û got:"Dê AKP li bajarên me mîtîngê li dar bixe û bang li gel bike. Dayikek jî li ber deriyê edliyeyê li hêviya edaletê ye. Gelê Rihayê qêrîna vê dayikê dibihîse û dişopîne. Li vir heqîqetek heye. Her kesê ku vê heqîqetê nebîne û biçe mîtîngê dibin hevparê vê zilmê. Heta ev zilm neçe bila kesek Rihayê ji xwe re wekî kelekê nebîne. Zihniyeta vê bêedaletiyê nebîne wê li Riha û Tirkiyeyê winda bike."