Li Cizîrê civîna jinan pêk hat

  • 17:43 28 Îlon 2022
  • Rojane

ŞIRNEX – Rêxitina Meclîsa Jinan a HDP'a navçeya Cizîrê, li gundê Cibrî ya girêdayî Cizîrê civîna jinan li dar xist.

Rêxitina Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) ya navçeya Cizîrê li gundê Cibrîyê civîna jinan li dar xist. Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Şirnexê Sabuha Akdag, Hevşaredara HDP’ê yê navçeya Cizîrê Berîvan Kutlu û gelek jinên taxê beşdar bûn.

Di destpêkê de Hevseroka rêxistina navçeya HDP’ê ya Cizîrê Zîlan Ecevît axivî. Zîlan, diyar kir ku desthîlatdariya AKP-MHP’ê herî zêde jinê hedef digire û polîtîkayên xwe li dijî jinê pêş dixîne. Zîlan, got: “Yê ku pêşengiya civakê dike jin e. Jin ji her aliyê ve rastî zextê tê. Li Şirnexê di demên dawî de gelek jin tên qetilkirin. Ew jî nîşan dide ku desthilatdar çiqas ji hêza jinê ditirse.  Desthilatdar bi polîtîkayên xwe ve hewil dide ku jinan girêdayî pergala xwe bike. Ji ber wê jî hemû cûreyên polîtîkayên qirêj pêş dixîne. Li ser ciwanan fuhuş, tiryak û hişbirê belav dike. Bi wê yekê ciwanan ji çand û nasnameya wan dûr dixîne. Li herêmê hêzên dewletê bi cîh tê kirin û bi van yekan li ser gelê herêmê hem tirsekê ava dikin hem jî gelên herêmê ji hebûna wan tê dûrxistin.”

Berîvan Kutlû jî anî ziman ku dîroka jinê ya 5 hezaran bi destê hişmendiya desthîlatdar hate winda kirin û wiha axivî: “Hêz û îradeya jinê gelek mezin e. Jin hem ji aliyê bîr û baweriyê, hem ji aliyê parastina çand û zimanê û ji aliyê jiyana kolektîf xwedî rolek girîng di civakê de digire. Yên ku herî zêde li pey mafê xwe diçin û yê têdikoşin jin in.  Ji ber vê jî ya ku herî zêde hedef tê girtin jin in. Dîroka jinê ya hezar salan a windamayînê birêz Ocalan gihand roja îro û jin ji bo wê têkoşîn didin. Bi taybetî jinên kurd îro bi wê felsefeyê jiyana xwe saz dikin û têdikoşin.”

Sabuha Akdag jî axivî û bal kişand ser polîtîkayên şer ên taybet û got: “Her carê bi şiklekî dixwaze gelê kurd tune bike. Berê de bi awayekî fîzîkî dixwest bike lê ji bo ku nekarî di wê aliyê de encam bigire. Vêga şerê taybet pêş xist. Bi polîtîkayên şerên taybet jî herî zêde bi milê exlaqî ve hedef digire. Ew jî bi hêzên girêdayî dewletê ve tê kirin. Di bin navê evînê de jinên ciwan tên xapandin. Lê divê em neyên lîstokên wan bi taybetî jinên ciwan ji wan polîtîkayan re hişyar bibin û xwe parastina xwe pêk bînin.”