Beriya hilbijartinê dê li 11 bajaran kom bibin

  • 16:35 28 Îlon 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jin ji bo beriya hilbijartinên 2023’yan daxwazên xwe bînin ziman wê di mehên cotmeh û mijdarê de di “Forûmên Jinan ên EŞÎK’ê” de bicivin. 
 
Platforma Jinan a Ji Bo Wekheviyê (EŞÎK) bi armanca beriya hilbijartinên 2023’yan daxwazên xwe ragihînin û hevkariyê wê “Forûmên Jinan ên EŞÎK’ê” li dar bixin. Di destpêkê de navnîşana ewil a “Forûmên Jinan” ku dê li 11 bajaran li dar bixin dê bibe Wan. Piştî foruma ku dê di 1’ê cotmehê roja Şemiyê li Baroya Wanê bê lidarxistin, forûma duyemîn jî dê di 2’yê cotmehê de li Navenda Çanda Ataturk a Şaredariya Edîrneyê bê lidarxistin. Di forûman de gefên li dijî destkeftiyen jinan, têkoşîna jinan û daxwazên hevpar bên axaftin. 
  
Di daxuyaniya ku ji aliyê EŞÎK’ê ve hate dayîn, ev tişt hatin gotin: “Xebatên hilbijartinan bi hemû leza xwe didomin. Desthilat ji milyonan jinan re zêdetir zext, cihekarî û tundiyê pêvetir tiştekê nade. Xelate dide kesên ku kujerên jinan cesaret dikin û gotinên nefretê dibêjin. Di bernameyên ku heta niha tifaqên muxalefetê aşkere kirin de ji bo wekheviya zayendî ya civakî pêk were, polîtîkayên giştî ku Peymana Stenbolê peşkeş kirine kêm mane, yek ji krîza girîngtirîn krîza wekheviyê ya diqewime li ber çavan nehatiye girtin, ji bo ji vê hilweşînê xelas bibin bergiriyên lezgîn pêşniyar nekirine. Ji ber vê yekê, weke Platforma EŞÎK’ê, girîngiyeke jiyanî ye ku em behsa 5 daxwazên xwe yên lezgîn bikin ku me di sala 2020'an de biryar daye, hevpar bikin û careke din bînin bîra hemû muxatabên xwe. Ji bo em dîwarên stûr ên siyaseta mêrsalarî bi hev re derbas bikin, li hev bicivin û hevgiriyê nîşan bidin, em di Forumên Jinan ên EŞÎK’ê de bi jinên ji hemû nêrînên siyasî û beşên civakî re tên cemhev.”
 
EŞÎK’ê di daxuyaniyê de da zanîn ku wê forûm berdewam bikin û cih da van gotinan: “Dema ku em di erefeya hilbijartineke girîng de ne, em ê bi rengekî herî xurt nîşan bidin ku hilbijartina jinan a li tevahiya welêt wê alîgirê siyaseta laîk, demokratîk, adil, wekhev û hemû mafên rêzdar be. Em dixwazin jiyaneke tijî aştî û hêviyê, li cihê ku em lê ne wekhev û azad bijîn, li wir rastî zext, tundî û cihêkariyê neyên. Em jiyaneke wiha heq dikin. Em ê rêwîtiya xwe ya wekhevî û azadiyê ya ji bajarên din, di tevahiya cotmeh û mijdarê de bidomînin.”
 
Di daxuyaniyê de 5 daxwazên lezgîn wiha hatin rêzkirin: 
 
"* Dest ji mehandina mafê me yê hemwelatîbûna wekhev berdin.
 
* Dest ji gotin û hewldanên ku gefan li mafên me dixwin berdin. 
 
* Ji bo mafê me yê jiyaneke bêtundî ya li malê, li kar, li kolanan, li hemû jiyana civakî bidomînin planeke çalakiyê ya lezgîn bi cih bînin.
 
* Perwerdehiyê bikin wekhevîxwaz, ji cihekariyê dûr, zanistî, laîk û bêpere. 
 
* Ji bo mekanîzmayên astengkirina tundiyê ya li cihê kar û kreşê, ji bo îstîhdama wekhev, polîtîkayên bibangor bisepînin."