Agir bi Çiyayê Cûdî ket

  • 16:34 28 Îlon 2022
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Li Geliyê Hirçê yê Çiyayê Cûdî şewat derket. 
 
Li Çiyayê Cûdî yê Şirnexê şewat derket. Hat zanîn ku şewat li herêma Geliyê Hirçê yê Çiyayê Cûdî derketiye lê nehat zanîn bê ka ji ber çi derketiye. Dûyê ku li herêmê bilind dibe, li navenda bajar jî tê dîtin. 
 
Heta niha jî ji bo vemirandina şewata li Çiyayê Cûdî tu mudaxele nehatine kirin.