'Nobeta Edaletê' li ber Girtîgeha Kiriklarê pêk hat

  • 16:25 28 Îlon 2022
  • Rojane
 
 
ÎZMÎR - Xizmên girtiyan ên Îzmîrê di çalakiya "Nobeta Edaletê" ya îro de bertek nîşanî bêdengiya rayedaran dan û wiha bang kirin: “Êdî dengê me bibihîsin.”
 
Bi mebesta berdana girtiyên nexweş û bidawîkirina tecrîda li girtîgehan, malbatên girtiyan ên Îzmîrê dest bi "Nobeta Edaletê" kiribûn. Di roja 118’emîn a çalakiyê de malbat li pêşiya Girtîgeha Kiriklarê hatin ba hev. Di çalakiyê de malbatên girtiyan pêşmalkên “Azadî ji girtiyên nexweş re” û “Girtiyên nexweş berdin” li xwe kiribûn û dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Heq, hiqûq, edalet” berz kirin. Di heman demê de rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên navçeyên Buca û Karabaglarê jî piştgirî dan malbatan. 
 
Di çalakiyê de yek ji xizmên girtiyan Sûltan Yagmekan axivî û da zanîn ku bi daxwaza edaletê ev 118 roj in çalakiya xwe didomînin. Bi domdarî Sûltan anî ziman ku tevî hewldanên wan jî kesek dengê wan nabihîse û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em dayik in û dilê me dişewite. Zarokên me di girtîgehê de ne û kesek dengê me nabihîse. Girtî li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin û rêveberiya girtîgehê jî dibêjin ‘întîhar’ kiriye. Zarokên me dikujin. Zarokên me girtiyên siyasî ne lewma zext lê tê kirin. Dermanên wan nayên dayîn û bi awayekî tendurist nayên tedawîkirin. Heta ku zexta li ser zarokên me hebe, em jî dê Nobeta Edaletê bidomînin. Em naxwazin zarokên me bimrin. Bila zilma heyî bi dawî bibe.” 
 
Rêveberê Rêxistina HDP’a Bucayê Cahît Gunay jî got ku çalakiya dayikan li dijî zilmê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Lewma jî çalakiya wan pîroz e. Xwedê dibêje ku li dijî zilmê li ber xwe bidin. Dayik, li dijî neheqiyê li ber xwe didin. Ma mirov di tûrikekî de cenazeyê zarokekî dide bavê wî? Lê van dan. Ev yek li tu devera cîhanê nehatiye dîtin. Ev ne karê mirovan e. Ev zilm e, faşîzm e. Dayik vê zilmê qebûl nakin. Zarokên wan ji bo jiyaneke wekhev têdikoşin. Van zarokan dizî nekirine û em heta dawiyê bi wan re ne. Vî gelî bi sedsalan serî netewand û dê ji vê saetê û şûnde jî serî netewîne.”