'Nobeta Edaletê' ya Malbata Şenyaşar 569 roj in didome

  • 14:18 28 Îlon 2022
  • Rojane
 
 
RIHA - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya  Malbata Şenyaşar 569 roj in didome û malbatê îro ev peyam parve kir: “Her roja ku dayik li ber deriyê edliyeyê rûdine ji bo kesên welat bi rê ve dibin şermeke.”
 
Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbata Şenyaşar a di 9’ê adara 2021’ê de li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin, di roja 569’emîn de berdewam dike. Dayika Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê çalakiya xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê berdewam dike. Ferît Şenyaşar jî di saetên serê sibê de li qada ku weke “Quncikê edaletê yê malbata Şenyaşar” tê binavkirin dest bi nobetê kir. Şenyaşar pankarta “Ji bo malbata Şenyaşar edalet, ji bo herkesê edalet” bi blokên betonê yên ber deriyê edliyeyê ve daliqand. 
 
Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Her roja ku dayik li ber deriyê edliyeyê rûdine ji bo kesên welat bi rê ve dibin şermeke. Yek ji faîlan xwe dide pişt wezîrê ku îstîfakirina wî di rojevê de ye. Tevî pirsgirêkên tenduristiyê çalakiya Nobeta Edaletê ya dayikê di roja 569’emîn de berdewam dike.”