‘228 zarok ji aliyê hêzên dewletê ve hatin kuştin’

  • 14:03 28 Îlon 2022
  • Rojane
 
AMED – Gelek rêxisitnên saziyên sivîl ku derbarê kuştina Ceylan Onkol de li ber Edliyeya Amedê daxuyanî dan anîn ziman ku dosyeya Ceylan jî wekî hemû dosyeyên dine  bêceza ma û ev tişt hat gotin: “Di navbera sala 2011-2021’ê de ji aliyê hêzên dewletê ve 228 zarok hatine qetilkirin”
 
Komîsyona Zarokan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Amedê, SHUDER, Komeleya Hêviyê ya Rengarengê, Weqfa Koçberiyê û Navenda Mafên zarokan a Baroya Amedê li ber Edliya Amedê derbarê kuştina  Ceylan Onkol a ku hatibû qetlkirin û doza derbarê kuştina wê de daxûyanî dan.
 
Daxuyanî ji hela endama Komîsyona Mafên Zarokan a ÎHD’ê ya Amedê Eylul Ozgultekîn ve hat xwendin.
 
Eylul, bi bîr xist ku Ceylan Onkol a 12 salî di 28’ê Îlona 2009’an de dema ku sewalên xwe diçêrand 13 sal berê îro hatiye qetilkirin û wiha got: “Dozgerê wê demê ku lêpirsîn dimeşand,  derbarê dosyaya kesên ku Ceylan qetilkirin de û bi sûcê ‘peywira xwe xirap bi kar anîne’ dihatin darizandin de biryara bêşopandinê da. Piştî ku Ceylan jiyana xwe ji dest da 5 salan şûnde dozgeriyê di 30’ê Nîsana 2014’an de bi hinceta nayê zanîn ku ji aliyê kê ve hatiye qetilkirin biryara ‘lêpirsîna daîmî’ da û dosya rakir rafan. Di heman demê de der barê kuştina Ceylan Onkol de lêpirsînek baş nehat meşandin û mafê wê yê jiyanê hat îhlalkirin. Li ser vê mijarê me li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê  serlêdan kir, di sala 2017’an de dadgehê got îhlal tune ye.”
 
‘228 zarokan jiyana xwe ji dest dan’
 
Eylul, bi lêv kir ku derbarê dosyeya Ceylanê de jî wekî dosyeyên dinê lêkolîneke bi rêk û pêk nehatiye kirin wiha domand: “Piştî ku Ceylan jiyana xwe ji dest da şûnde jî gelek zarok hatin kuştin. Li gor rapora ÎHD’ê di navbera  salên 2011-2021’an de herî kêm 228 zarok hatine kuştin.”
 
‘Tirkiye bila berpirsyariyên xwe bi cih bîne’
 
Eylul, di dawiya axaftina xwe de got divê dewlet şert û mercên hemû peymanên neteweyî û navneteweyî yên ku îmze kiriye bi cih bîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Berpirsyariya dewletê ye ku mafê jiyanê yê hemû zarokan biparêze.   Ji bo her zarokê ku mafên wan ên jiyan û pêşketinê ji dest hatiye girtin em ê têbikoşin. Em bang li hikûmetê  dikin ku li dijî mirina zarokan, pêvajoyeke lêpirsîna îdarî û sûc a bi bandor bidin destpêkirin.”
 
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.