'Nobeta Edaletê' li pêş ATK'ê ya Amedê pêk hat

  • 11:51 28 Îlon 2022
  • Rojane
AMED - Malbatên girtiyên nexweş li ber ATK ya Amedê bang li partiyên siyasî kirin û gotin: "Ger ku partiyên siyasî dostbin bila dostaniya xwe nîşan bidin."  
 
Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine taloqkirin li ber Saziya Tîpa Edlî (ATK) a Amedê çalakiya xwe ya "Nobeta Edaletê" pêk anîn. Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Amedê, Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY DER) ya Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) piştgirî dan çalakiya malbatan. 
 
'Em çareseriyê dixwazin'
 
Xizmê girtiyê nexweş Herdem Merwanî di daxuyaniyê de axîvî û got: "Em di daxwaza ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin de bi israr in. Em şexsî nêzî vê pirsgirêkê nebûn. Me got ev pirsgirêka hemû civakê ye. Ji ber vê jî divê giştî bê çareser kirin. Beriya çend hefte pêşî Wezîrê Dadê got 'em ê rewşa girtiyên nexweş bînin meclîsê. Ji bo ku em çareser bikin'. Ji ber vê jî em bang dikin piştî çend rojan şûnde meclîs vedibe. 
 
Em bang partiyên siyasî dikin; dostaniya xwe ya li hember civakê li vir bidin xuyakirin û piştgiriyê bidin me. Bila xala girtiyan beriya her tiştî bê meclîsê. Bi çîrokên cuda cuda dernekevin pêşiya me. Ji ber vê jî em dibêjin çareserî. Ew partiyên siyasî ji bo ku pirsgirêkên me û civakî çareser bikin li meclîsê ne. Pirsgirêka ku herî zêde me diêşîne rewşa girtiyên nexweş e. Ger ku dostên vê civakê ne bila dostaniya xwe diyar bikin. 
 
Banga me ji partiyên siyasî û Wezîrê Dadê ew e ku ne bi hiqûqa neyartiyê, bi hiqûqa wîcdanî nêzî pirsgirêkê bibin. Bi mirinê çareserî pêk nayê. Bi mirinê serkeftin nakeve destê kesan. Ji girtiyên nexweş re azadiyê dixwazin."
 
Daxuyanî bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindanan" û "Heq, hiqûq, edalet" bi dawî bû.