28'ê Îlona 2009'an: Ceylan Onkol hîna 12 salî ye...

  • 09:03 28 Îlon 2022
  • Di Dîrokê De Îro
 
Li navçeya Licê ya Amedê li gundikê Xambaz ê girêdayî gundê Şenlikê zaroka 12 salî Ceylan Onkol a ku heywanên xwe diçêrandin bi guleya hawanê ku ji qereqola gundê Yayla hat avêtin û lê ket hat qetilkirin. Ji me re tenê wêneyê Ceylanê ku di 7 saliya wê de hatiye girtin û çavên wê yên li me dinêrin man. 
 
Hin bûyerên girîng ku îro di dîrokê de pêk hatine wiha ne:
 
2011: Di salên 1990'î de li Başûrê Emerîkayê û Karayîpê toreke ku ji aliyê aktîvîstên xwecihî ve hat avakirin weke berhemeke kampanyayek 20 salî berdewam kir, di 28'ê Îlona 2011'an de ji bo mafê kurtajê wekî roja Kampanyaya Navneteweyî hat îlankirin. Ji bo bibîranîna bidawîkirina koletiyê ku di 28'ê Îlonê de li Brezîlyayê hat rakirin hat ragihandin. 
 
2016: Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, bi daxwaza ji Abdullah Ocalan re azadî û ji bo ku li Mutabakata Dolmabahçeyê bê vegerîn li ber Qesra Dolmabahçeyê kom bûn. Ji dayikan Husniya Baykara di çalakiyê de axivî û got ku heta muzakere bên destpêkirin û maseya aştiyê ji nû de bê danîn ew ê têkoşîna xwe bidomînin.
 
2019: Platforma Jin bi Hev re bi Hêz in, li dijî tundiya mêr û qirkirina jinan li Qada Îskeleyê ya Kadikoyê  starta kampanyaya "Cînayetên Jinan Rawestînin"  da.
 
2019: Li Eyaleta Kaduna ya Nîjeryayê, ji mala ku malbatan zarokên xwe ji bo kursa Kuranê û rahabîlîtasyon şandibûnê 400 zarokên ku îşkence li wan hatibû kirin hatin rizgarkirin. 
 
2019: Aktivîsta avhewayê Greta Thunberg, bi Serokê Kanadayê Justin Trudeau re hevdîtin kir. Gretayê ji pêşengan got:"Hîn zêde bikin." 
 
2021: Piştî Talîban li Efganîstanê rêveberî bi dest xist, zextên li dijî jinan zêde bûn, jinên perwerdekar û xwendekar ji zanîngehan hatin bidûrxistin. Rextor Mohammad Ashraf Ghairat ê ji aliyê Talîban ve wekî rektor tayînî Zanîngeha Kabîlê hat kirin, zanîngeh li xwendekar û perwedekarên jin qedexe kir.