Gelê Îranê li bende piştgiriyê ye

  • 09:02 28 Îlon 2022
  • Rojane
 
Melîke Aydin
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jina bi navê A. ya Îranî da zanîn ku piştî Jîna Mahsa Amînî ya li Îranê bi îşkencê hat qetilkirin şûnde protestoyên li welat hatine destpêkirin û li welatên din yên cîhanê belav bûne qelsin û dîsa jî çalakiya jinan  cesaret daye mêran. A banga piştgiriyê li hemû gelê Tirkiye û cîhanê kir.
 
Li Îranê Jîna Mahsa Amînî ji aliyê polîsên ahlaqê yên girêdayê rejîmê ve bi îşkencê hat qetilkirin û çalakiyên piştî vê li welat destpêkirin didomin. Hejmara kesên jiyana xwe ji dest didin, tên revandin, tên binçavkirin an jî agahî jê nayên girtin her diçe zêde dibin.  Ji ber rejîma Molla ya ku li welat 43 sale tê ferzkirin, 4 mîlyon kesî ji welat koç kir û beşek mezin a ji vê diyar dikin ku ev koçberiya mêjiye.
 
Jina bi navê A. ku ji Îranê koçî Tirkiyeyê kiriye û ji ber ewlehiya xwe navê xwe neda, hem tiştên jiyaye û hem jî pêvajoya dawî ji ajansa me re nirxand.
 
A. diyar kir ku xizanî bi giranî jiyaye, ewlehiya wê tunebûye û daxuyakirin ku têkoşîna jinan ya li Îranê didome cesaretê dide mêran. A. der barê binçavkirin û hejmara mirinan de axivî û got gelê Îranê hem ji gelên cîhanê hem jî Tirkiyeyê piştgiriyê dipê.
 
‘Gel xizane, ewlehiya wan tune’
 
A. di axaftina xwe de diyar kir ku saleke li Tirkiyeyê û wiha vegot: “Li Tehranê sê caran li ser hev diz ketin mala min. Ji ber xizanî heye dizî zêde ye. Emniyet wan mezin dike. Polîs tu car alîkarî neda min. Ez 5 mehan di depresyonê de mam. Neçar mam bêm Tirkiyeyê. Ez ji vir jî êdî dernakevim. Li Tehranê tenê dijiyam. Lê ez di malbatek mezin de jî bijiyam, li kolanê bi xwişk û birayên xwe re jî bijiyam wê ev tişt bihata serê min. Ez çûm cem polîs lê kesî alîkarî neda min. Tenê dizan xwedî dikin.”
 
Çalakiya jinan cesaret da jinan
 
A. axaftina xwe wiha domand: “Ev 20 sale li Îranê li dijî rejîmê şer tê meşandin û jin di şertên giran de dijîn. Bi zor hîcap li jinan kirin. Ez ji ber çalakiyên li welat bi fikarim. Mêr berê ditirsiyan. Niha ew jî piştgiriyê didin jinan. Dibêjin dibe ku rojekê keça min hevjîna min wek Mahsa Amînî be.”
 
Di bin navê ol de zext 
 
A destnîşan kir ku di bin navê ol de hem zextan li gel dikin hem jî xizaniyê ferz dikin û wiha bi lêv kir: “Li der ve li ber çavên mirovan zarokan dikujin. Lê  lêborînekê jî naxwazin. Sala borî li balafira rêwiyan xistin. 178 kesî jiyana xwe ji dest da. Jin û zarok mirin. Îran heqeretê li gelê xwe dike.”
 
‘Nikarin rastiyan veşêrin’
 
A her wiha diyar kir ku gelê Îranê dixwaze azad bijî aramî hebe û wiha dirêjî dayê: “Em di sala 2022’yan de ne. Lê înternetê qedexe dikin. Ji ber mirovan dikujin. Ceyranê dibirin. Lê hemû cîhanê bihistin. Polîs got Mahsa krîz derbas kiriye. Lê polîs got di serê wê de du şikestin jî hebûye. Rojnamegerê ev da bihistin hat girtin. Kes nizane birine ku derê. Gelo wê hîna çiqas mirov bimrin. Tê gotin ku herî kêm 60 jin û 16 polîs mirine. Nêzî 500 kes di bin çavan de ne. Ev wê hîna zêde bibe. Polîs dibêjin em dikujin û em hesab nadin kesî. Ez dixwazim navdarên Îranê biaxivin. Bila netirsin. Ev 43 sale em ditirsin. 4 mîlyon kesî koç kiriye. Piranî jî yên xwendayîne. Em natirsin. Ev cîhan li pişt me ye. Em ji jinan piştgiriyê dixwazin. Îro em in wê sibê dor bê we. Bila navdarên Tirkiyeyê piştgiriyê bidin me. Bila hunermend û rewşenbîr bêdeng nemînin. Ji kerema xwe re piştgiriyê bidin me.”