Halîde Turkoglu: Her berxwedan, her bertek girîng e

  • 09:01 28 Îlon 2022
  • Rojane
 
ÊLIH - Hevberdevka Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a HDP’ê Halîde Turkoglu da zanîn ku siyastmedarên Kurd her tim bi zextan re tên rû hev û ligel vê hewl didin hemû civakê bikin girtîgehan. Halîdeyê da zanîn ku divê her alî dengê xwe bilind bikin û her berxwedan, her bertek girîng e.
 
Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan her diçe giran dibe û bi taybet piştî 2015’an şûnde bi girankirina tecrîdê re qirkirina siyasî, kaos û krîz jî bixwe re anî. Ji 2015’an heta niha di serî de siyasemtdarên jin ên Kurd bi sedan siyasetmedarên Kurd hatin girtin.
 
Di 12’ê îlonê de girtiyên siyasî yên li girtîgeha jinan a Amedê diman li dijî binpêkirina mafan û tecrîdê greva birçîbûnê ya 5 rojan bi armanca hişyariyê pêk anîn. Hevberdevka Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a HDP’ê Halîde Turkoglu ku di 20’ê Gulanê de bi endamtiya rêxistinê bi 10 kesî re hatibû girtin di 16’ê îlonê de hat tehliyekirin.  
 
‘Em hewl didin siyaseta xwe ava bikin’
 
Halîdeyê da zanîn hedefgirtina siyasetmedarên Kurd rewşeke girêdayî zîhniyeta desthilatdariyê ye û got: “Desthilatdariya heyî zîhniyeta serdest a mêr e. Ev desthilatdarî bi polîtîkayên zayendperest û dijminê Kurdan dixwaze di şexsê jinê de civakê rast bike. Em siyasetmedarên jin siyaseta xwe dimeşînn. Li pêş me astengiyên zîhniyeta serdest hene. Em siyasetmedarên jin ên Kurd li dijî vê zîhniyetê siyaseta xwe diafirînin.”
 
‘Nikarin me asteng bikin’
 
Halîdeyê balkişand ser destkeftiyên jinan û di vê mijarê de jî wiha daxuyand: “Rewşa heyî desthilatdariyê ditirsîne. Desthilatdarî bi zîhniyeta dijminwarî êrîş dike û didomîne. Lê ev êrîş me ji têkoşîna me nake û nikare pêşî li siyaseta me bigire. Nikarin me asteng bikin. Jin li gel astengiyên li pêş siyasetê, li dijî newekheviya ku pê re tên rû hev jî têdikoşin.”
 
‘Jinan rengê xwe danîn holê’
 
Halîdeyê wiha dirêjî dayê: “Divê destê jinan li siyaseta heyî bikeve. Li cîhanê gelek mînakên nûneriya wekhev û hevserokatiyê heye. Dema jinên Kurd siyasetê dikin hema wisa ji ber xwe naaxivin. Di heman demê de pêkanînên esas ên siyasetê jî dikin jiyanê. Jinên Kurd ne tenê li Tirkiyeyê li Rojhilata Navîn bû hêza hevpar a guherînê. Jinan bi her awayî rengê xwe danîn holê. Ji ber vê jî dijminahiya li hember jinê em dibînin.”
 
‘Civakê dikin girtîgehan’
 
Halîdeyê her wiha diyar kir ku divê yekîtiya gelan hebe û derbarê vê de gav tên avêtin û ev nirxandin kir: “ Em li welat avabûnek dijdemokratîk dibînin. Vê bandor li her alî kiriye. Pêvajoyên girtîgehê jî ji vê bêpar nînin. Girtîgehan wek qadên çewisandin û guhertinê dibînin. Li girtîgehan gelek kes tên terorîzekirin û bi îdiaya endamtiya rêxistinê tên girtin. Ji pitikan bigirin heta kesên 70 salî kal û pîr, nexweş hene. Em dikarin bêjin ku girtîgeh bi civakê tije kirine. Bi vî awayî dixwazin tolê ji mirovan bigirin.”
 
‘Di nav tecrîdê de tecrîd pêk tê’
 
Halîdeyê anî ziman ku bi girtîgehan civakê diçewisînin û wiha bi lêv kir: “Hûn mirinên bi guman ên girtîgehan dizanin. Mirov dikarin li girtîgehan binêrin û demokrasiya welat bibînin. Li Girtîgeha Amedê ji roja hatiye avakirin heta niha nahêlin girtî bîhna xwe bigirin. Di nava tecrîdê de tecrîdê pêk tînin. ATK ji bo girtiyên nexweşên giran rapora dikare girtî bimîne dide.”
 
‘Bi kamerayan qada jiyanê tengezar dikin’
 
Halîdeyê balkişand ser rewşa girtiyên nexweş û di vê mijarê de jî ev nêrîn vegot: “Girtiya cotkelepçe dibin nexweşxaneyan. Dema girtiyên nû tînin lêgerîna tazî ferz dikin. Ji aliyê wezareta dadê ve li her derê kamera bi cih kirine. Ev kamerayên hatine bicihkirin qada jiyanê tengezar dike. Pirsgirêk tên ziman lê mixabin nayên çareserkirin.”
 
Divê hemû civak dengê xwe bilind bike
 
Halîde li ser greva birçibûnê ya 5 rojan ya bi armanca hişyariyê di 12’ê îlonê de hatiye destpêkirin de jî axivî û wiha dawî lê anî: “Li girtîgehan çalakî bi sînor in. Pêvajoyên siyasî carna pêşî li rojevbûna girtîgehan digire. Her berxwedan her bertek gelek girîng e. Divê her alî pirsgirêkên girtîgehan bînin ziman. Ya herî girîng jî qada tenduristiyê ye. Divê her alî civakê li dijî rewşa girtîgehan dengê xwe bilind bikin.”