HDP çû serdana Malbata Şenyaşar

  • 14:35 27 Îlon 2022
  • Rojane
 
RIHA - Şandeyek ji HDP'ê çû serdana Malbata Şenyaşar ku "Nobeta Edaletê" didomînin û gotin: “Heta ku edalet pêk tê, em ê bi hev re têbikoşin. Zû yan jî dereng dê edalet pêk bê. Kesek nikare pêşî li ber vê lêgerîna edaletê bigire.” 
 
Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûs a Rihayê êrişî malbata Şenyaşar kir û hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar qetil kirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar jî ji bo darizandina kujeran û girtina wan di 9’ê adara sala 2021’ê de dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 568’an de berdewam kir. Di çarçoveya piştgiriya bi malbatê re îro Cîgirê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tuncer Bakirhan û Parlamenterên HDP’ê Omer Ocalan, Ayşe Surucu, Nûsrettîn Maçîn, Cîgira Hevserokê Giştî yê ji Têkiliyên Karên Derve Berpirsyar ê HDP’ê Feleknas Uca û şandeya pê re çû serdana malbatê. 
 
Di dema serdanê de Tuncer Bakirhan anî ziman ku heke rojekê edalet bê Tirkiyeyê, dê ev yek bi saya biryarbûna dayika Emîne çêbibe û wiha got: “Em dixwazin ku edalet pêk bê. Darazeke alîgir heye û bi ser komkujiya li nexweşxaneyê hatiye kirin digirin. Em ê welatekî demokratîk diyariyî malbata Şenyaşar û bi hezaran malbatên din bikin ku rastî zilmê tên. Em ê bi wan re bin û heta edalet pêk tê jî bi hev re li ber xwe bidin. Zû yan jî dereng dê edalet pêk bê. Kesek nikare pêşî li vê têkoşînê bigire.” 
 
Piştî axaftinan jî şandeyê xatir xwest û ji qadê çû.