ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2024'AN 2024-04-27 09:00:00     *Jinan derbarê girtina Makbule Ozer de nirxandin kiri û bertekên xwe anîn ziman û gotin: “Bila Makbule Ozer bê tehliyekirin. Mafê jiyanê mafesî îstîsna wê tuneye.” BI DÎMEN    *Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê diyar kir ku dewleta Tirk li girtîgehan li hember girtiyan sûc dike û wiha gotin: “Heqereta ku dewlet dike ne em ne jî zarokên me qebûl dike. Daxwazên zarokên me neyên qebûlkirin em ê nexşerê ya têkoşîna nû biafirînin. Em bang têkoşînê li hemû civakê dikin.” BI DÎMEN    *Şukran Aydogan ku ji ber zextên dewletê koçbr bûn û bi karkeriya zarokan bi salan keda wê hat binpêkirin piştre bû hemşîre. Şukranê got: “Di temenê ku divê min  li kolanê bilîstima neçar mam bixebitim. Ev ne tenê pirsgirêka min e ya hemû cîhanê ye. Pergala xebatê bi giştî ji bo tunekirina jiyana mirovan e. Divê têkoşîn hîn bêtir xurt bibe.” DÎMEN HEYE