Konsolosxaneya Emerîka: Nêzî 100 malbatên Êzidî vegeriyan malên xwe 2023-01-30 12:11:29     NAVENDA NÛÇEYAN - Konsolosxaneya Emerîka eşkere kir ku nêzî 100 malbatên Êzidî ji wargehên penaberan derketin û vegeriyan ser xaka xwe.   Konsolosxaneya Emerîka ya li Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku nêzî 100 malbatên Êzidî karîn ji wargehan derkevin û vegerin ser malên xwe yên li Qehtanî ya Şengalê.   Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hîn jî nêzî 400 malbatên din yên Êzidî di wargehan de dijîn.