Li çiyayê Kurdistanê xemla biharê: Guldexwîn

  • 09:07 11 Nîsan 2023
  • Galeriya Jinê
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di demsala biharê de, bi rih û ahengeke ku feyzê dide jiyanê xwezaya Kurdistanê ji nû de zindî dibe. Di nava vê xwezayê de kulîlka bi navê guldexwîn ku xwediyê taybetmendiyekê ye kelecaneke mezin di dil de dişitilîne û mîna helbestekê mirov bi per û bask dike. 
 
Her demsalên Kurdistanê xwediyê aheng û taybetmediyên cuda ne. Lê belê demsala biharê bêtir deriyê xwe ji rengîniya dil re vedike. Bi kulîlkên cuda yên rengîn, dar û berên bi bereket, bi çem û sûlavên mejiyê mirov aram dike demsala biharê ber bi azadî û têkoşînê ve diherike. Yek ji taybetmendiyên demsala biharê jê guldexwîn e. Li Dêrsim, Şirnex, Avşîn, Semsûr, Erzirom, Colemêrgê her wiha li çiyayên Sasona Êlihê guldexwînên bala her mirovî dikşînin, di demsala biharê de reng û kelecaneke nû û cuda li wateya xweza û jiyanê zêde dike. 
 
Foto: Roza Metîna