Amara bi gul û kulîlkan xemilî

  • 13:15 2 Nîsan 2023
  • Galeriya Jinê
 
RIHA - Li gundê ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan lê di dayik bûye gul û kulîlkên ku vebûne xweşkahiya biharê li ber çavan radixin.
 
Bihar, hem ji bo mirov û hem jî ji bo xwezayê nûbûn û rengînî ye...Li kurdistanê ku bihar ji bo jiyaneke nû hêviyan geş dike, xwezajî jê re malovaniyê dike. Gundê Amara yê Xelfetiya Rihayê ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye jî bi hatina biharê re bi gul û kulîlkan xemilî. Kulîlkên ku herî zêde li gund balê dikişîn jî gulên Spî, sor, şîn, binevşî û pembe ne ku di di navbera meha sipat û gulanê de vedibin. 
 
Ev gul û kulîlkên ku ji bo Amarayê mizgîniya biharê ne mirov li hemberî xweşkbûnî û lihevkirina xwe ya bi xwezayê re mest dihêlin.
 
Foto: Gulîstan Dursun