Her nexşek hunera honandina jiyanê ye

  • 10:38 8 Mijdar 2022
  • Galeriya Jinê
 
 
ŞIRNEX - Li Botanê bi kevneşopiya destkariya jinê ya nexşan, hem dîrok hem jî çand û hunera civakê tê parastin.  
 
Honandina xalîçeyan xwedî dîrokek kevnar e û her nexşa ku avde bi avde tê çêkirin çîrokeke wê heye. Lê bi pêşketina teknolojiyê re ev kevneşopî her ku diçe kêm dibe. Li Botanê jin vê keneşopiya ku berhema wan a ji dîrokê heta roja îro ye bi destkariya xwe diparêzin. Îro jî li her maleke Botanê nexşên ku jinan bi hunera destên xwe çêkirine û di her nexşekê de çîrokeke wan heye dîwarên malan dixemilînin. Jin bi xwedîderketina li vê kevneşopiyê di heman demê de xwedî li dîroka xwe jî derdikevin.  
 
Foto: Sema Çaglak