Demsal payîz e lê… 2023-09-30 09:03:00       WAN – Mehek ji payîzê derbas bibe jî taxên Çiyayê Erek û kontarên wê bi reng û zindîbûna xwe nîşan dide ku hîna ‘Payîz nehatiye wan deran’.   Em li taxa Esendere ya Rêya  Armuşê ya Wanê digerin û bi dîmenên Çiyayên Erek, bi pez, bizin, kulîlk û  baxçeyan re tên rû hev. Demsala havînê ku nû bidawî bû, mêşhingivan hîna dest ji kulîlkan bernedane û ev ji germahiya rojê diqewime. Tê dîtin ku hîna payîz nehatiye taxê.   Wêne: Nazlican Nujîn Yildiz