Zeviyên Westanê bi kesk, sor û zer xemilî 2023-06-13 09:05:18     WAN - Zeviyên Westanê ya ku di navbera Çiyayê Artosê û Gola Wanê de mayî bi hatina biharê re bi rengên kesk, sor û zer xemilî.    Navçeya Westana Wanê ya ku li quntara Çiyayê Artosê hatiye avakirin hem bi xwezaya xwe û hem jî bi dîroka xwe navdar e. Di her çar demsalê de bi rengek cuda derdikeve pêşberî me. Zeviyên Westanê niha bi xecxecok û kulîlkên zer xemilî ye. Zeviyên Westanê ya ku di navbera Çiyayê Artosê û Gola Wanê de mayî bi rengê xwe bala turîstan dikişîne.    Dîmen û wêne: Zelal Tunç