Şênahiya li Licê ya bêhna mirovan vedike 2023-05-04 09:34:49     AMED - Bi hatina biharê re şênahiya li Licê bêhna mirovan vedike. Bi çiya û xwezaya xwe ya dil mest dike ji bo serhildanê amadekariyê dike.    Dema av û ax digihêjin hevdu, dema ba bêhna axê belav dike û dema çiya silavê dide rojê jiyan dest pê dike...Bi hatina biharê û vekirina kulîlkên rengîn mizgîniya destpêkekê tê dayin.    Licê bi rihê serhildanê silavê dide jiyanê....Şahidiya dîroka ez li vir im kiriye...Di nava her kulîlk û darên Licê de em vêya dibînin...   Her sal daristanên Licê bên şewitandin jî dîsa bi kulîlk, dar û xwezaya xwe ji bo serhildaneke nû destpêkeke nû silavê dide roja ronî...   Foto: Fatma Gokhan