Li Efrînê di nava hefteyekê de nêzî 400 darî hat birîn

  • 11:23 13 Nîsan 2023
  • Ekolojî
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Efrînê qirkirina ekolojiyê didome. Komên girêdayî dewleta tirk di kêmî hefteyekê de 389 darên berhemdar li kantona Efrînê ya dagirkirî birîn.
 
Li gorî çavkaniyekî ji hundirê Efrînê, koma bi navê Firqet Hemzat ên girêdayî artêşa tirk 20 darên zeytûnê yên Îbrahîm Cemal Mistef ê ji gundê Coqê yê Mabatayê birîn, her wiha 15 darên henarê yên Ebdo Hisên ê ji gundê Eyn Dara yê Şêrawayê birîn.
 
Çeteyan di 10'ê Nîsanê de li nava zeviyekî zeytûnan ku tê de 325 dar hebûn, avahiyeke mêtingehiyê ava kir, da ku malbatên çeteyan lê bi cih bike. Ew yek bi fînansekirina hin rêxistinên dewletên Kendavê hate kirin.
 
Her wiha çeteyên Hemzat 29 darên zeytûnê yên welatiyên gundê Kefer Zîtê yê Cindirêsê birîn.