Wertê di nava gelaşê de maye

  • 10:20 9 Nîsan 2023
  • Ekolojî
 
NAVENDA NÜÇEYAN - Ev du meh in gelaş û bermahî li bajaroka Wertê yê  bi ser Rewanduzê nayên paqijkirin. Li nava hemû kuçe û kolanan gelaş zêde ketiye serhev û welatî ji rewşê bi gazinin.
 
Ji ber nebûna cihek ku gelaş lê were komkirin, ev du meh in gelaş û bermahî li bajarokê Wertê û gundên derdorê nayên komkirin. Vê rewşê xweşkbûna bajarokê xira kiriye . Roj bi roj gelaş û bermahî dikevin serhev. Aliyên peywendîdar jî nikarin çareseriyek ji rewşê re bibînin.
 
Li gorî nûçya di Rojnewsê de hat weşandin hat diyarkirin ku destpêkê gelaş bajarokê Wertê û gundên wê dibirin nêzî bajarokê Qesrê yê bi ser Çomanê. Lê ji ber xwepêşandan û nerazîbûnên xelkê Qesrê, ev du meh in rê nayê dayîn gelaşa Wertê li wî cihê despêkê were rijandin. Hikûmetê hin cihên din ji bo valakirina gelaş diyar kir, lê vê carê xelkê gundan qebûl nekirin ku gelaş li nêzî gundên wan werin valekirin.