‘Ji bo parastina ekolojiyê têkoşîna hevpar divê’

  • 09:05 8 Nîsan 2023
  • Ekolojî
 
Sema Çaglak
 
ŞIRNEX – Ekolojîst Derya Akyol bal kişnad ser qirina xwezayê, destnîşan kir ku desthîlatdariyê rewşa awarte ya di erdhejê de ragihand ji bo bidestxistina rantê bi kar anî û got ji bo parastina ekolojiyê têkoşîna hevpar divê.
 
Qirkirin û talankirina xwezayê di her serdemê de ji aliyê desthîlatdaran ve wekî rêbazeke şerê taybet hatiye bikaranîn. Li bakurê Kurdîstanê qirkirina xwezayê veguheriye sûcê ekolojîk. Li Herêma Botanê jî bi birîna daran ku berdewam dike xwezaya herêmê tê talankirin û ji bo rantê qadên nû tên vekirin. Derheqê mijarê de ekolojist Derya Akyol axivî.
 
 ‘ji bo rantê rewşa awarte’
 
Derya, diyar kir ku pêdiviya polîtîkayên neolîberal, bi talankirina xwezayê heye û got: “Kapîtalîzm hertiştî wekî meta dibîne û ji bo menfaeta xwe bi kar tîne. Desthilatdariya heyî li welat tu tiştek nehişt ku ji bo menfaeta xwe bi kar neyne. Bi taybetî di demên krîzê de zêdetir êrîş kir. Weke ku tê bîra me ku di dema 'pêvajoya pandemiyê' de ji qedexeyên derketina derve sûd wergirt û lez da talanê. Îro jî bi Rewşa Awarte re li bajarên ku erdhej lê çêbûn hewl dide heman tiştî bike.”
 
‘Talankirin dibe sedema koçberiyê’
 
Derya, destnîşan kir ku zerara li xwezayê li herêma ku talan lê tê kirin, zerareke ku nayê vegerandin çêdike. Derya, wiha dewam kir: “Tunebûna cûreyan nebat û çûkan dibe sedema gelek hilweşînên fizîkî yên wekî kêmbûna cihêrengiya biyolojîk, kêmbûna çavkaniyên avê yên binê erdê û yan jî bi awayê xwezayî herikîna avê tê astengkirin. Ji bilî encamên li herêmê, talankirina xwezayê bandorê li tevahiya cîhanê dike. Ger em ji aliyê civakî ve binirxînin; talaneke ku li kêleka me tê kirin gelek caran dibe sedema koçberiyê. Dûrxistina şêniyên herêmê ji qadên debarê, wêrankirin jîngeha wan, dibe sedema valabûna herêmê. Ev hemû sûcên ekolojîk tên hesibandin. Ango bi vê re herêmek di qirkirinê re tê derbaskirin.”
 
‘Têkoşîna  hevpar divê’
 
Derya, anî ziman ku divê ji bo parastina ekolojiyê zêdetir têkoşîn were kirin û ev têkoşîn bi awayekî topyekûn divê were kirin. Derya, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Erd yekparçe ye û hilweşîna cihekî bandorê li tevahiya erdê dike. Têkoşîna herêmî mixabin têrê nake. têkoşîna hevpar esas e.  Divê em xwezayê biparêzin, jiyanek bi xwezayê re lihevhatî esas bigirin û ji hilberînê heta serfkirinê dînamîkên herêmî ji xwe re bikin mijar û polîtîkayên hilberînê pêşve bixin.”
 
‘Birîna daran parçeyek ji polîtîkayên şerê taybet e’
 
Derya, herî dawî bal kişand ser birîna daran a li Şirnexê û got: “Birîna daran a li Şirnexê berdewamiya şewitandina gundan, pêkanînên şer û şewitandina daristanan e ku di salên 90’î de dest pê kirin.  Birîna daran a bêhiqûqî di bin çavdêriya cerdevanan de, parçeyek ji polîtîkayên şerê taybet a li Kurdistanê ye. Ev refleksa pêkanînên nîjadperest û faşîst ên li hemberî xwezayê ye. Jiyana demokratîk jî parçeyek ji jiyana ekolojîk e. Dema em ji bo ekolojiyê têdikoşin, em têkoşîna demokratîk dimeşînin. Ji bo avakirina jiyana ekolojîk her têkoşîneke pratîk û zîhnî, pêngaveke ku wê me ber bi azadiya xwezayê ve bibe.”