Menekşe Kizildere: Çekên kîmyewî rê li ber texrîbatên mezin vedike

  • 09:01 9 Mijdar 2022
  • Ekolojî
 
ÎZMÎR - Hevberdevka Komîsyona Ekolojiyê ya HDP’ê Menekşe Kizildere der barê bikaranîna çekên kîmyewî ku ji aliyê Tirkiyeyê ve pêk hatiye de nirxandin kir û da zanîn ku çekên kîmyewî dibin sedema sûcên ekolojîk û got li dijî vê divê têkoşîna yekbûyî bê dayîn.
 
Piştî ku dîmenên der barê bikaranîna çekên kîmyewî ku ji aliyê Tirkiyeyê ve li hember qadên Zap, Metîna û Avaşîn a Herêma Federal a Kurdistanê pêk hatiye derketin holê, Kurd û dostên Kurdan daketin qadan û gotin divê ev êrîş bi dawî bin. Komkujiyên bi çekên kîmyewî pêk tên qirkirina ekolojîk jî pêk tîne. Hevberdevka Komîsyona Ekolojiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Menekşe Kizildere der barê mijarê de nirxandin kir.
 
Menekşeyê destnîşan kir ku desthilatdariya AKP’ê di desthilatdariya xwe ya 20 salan de êrîşên li hember jiyana ekolojîk derxistiye asta xespkirinê, bikaranîna çekên kîmyewî rê li ber texrîbatên mezin ên ku vegera wê tune vedike û li dijî vê balkişand ser girîngiya têkoşîna ekolojîk ya yekbûyî.
 
‘Ber bi hilbijartinê ve êrîşên li hember ekolojiyê dikarin zêde bibin’
 
Menekşeyê da zanîn ku desthilatdariya AKP’ê 20 sal in siyaseta ekolojiyê veguhertiye êrîşên hov û sûcê rantê û wiha dirêjî dayê: “Xespkirina gelek mafan ku mafên zindî û mirovan jî tê de gihiştiye astek netewî û navnetewî. HDP berovajî partiyên siyasî yên din ne ji ser tevgerên ekolojiyê siyasetê dike. Mirovên tê de cih digirin ekolojiyê diparêzin. Her ku hilbijartin nêz dibin mijara ekolojiyê li cihekî krîtîk cih digire. Di vê hilbijartinê de gotina tevgera ekolojîk gelek krîtîk e. Li gorî me di vê xeta hilbijartinê de wê êrîşên mezin li dijî hebûnên ekolojîk pêk bên. Ji ber vê jî divê têkoşînek saxlem bê dayîn.”
 
Têkoşîna yekbûyî
 
Menekşeyê destnîşan kir ku dema têkoşîna yekbûyî ya li dijî polîtîkayên AKP-MHP’ê ku gihiştine asta sûc hatiye û wiha pê de çû: “Têkoşîna ekolojî bandor li ser têkoşîna yekbûyî jî dike. Lê dema têkoşîna ekolojîk tê dayîn divê ji polîtîkayên global ên dewletê tirs tunebe û ligel hev têkoşîn bê dayîn. Divê têkoşîna demokratîk a Tirkiyeyê bi tevgera Kurd re bê gel hev. Li Ege, Muglayê em dibînin Zîlan, Cudî tê temsîlkirin. Ji bo têkoşîna yekbûyî divê gavên rast bên avêtin.”
 
‘Di rastiyê de çi hat jiyîn veşartin’
 
Menekşeyê  her wiha bi lêv kir ku Tirkiyeyê di 1990’î de peymana Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) îmze kiriye û  li gorî vê peymanê kesên li dijî mirovahiyê sûc bike û îştîraqê sûcan bike wê bên darizandin û ev tişt vegot: “Bi hezaran carî srelêdan hat kirin ku Tirkiye çekên kîmyewî bi kar tîne. Piştî bûyera dawî rayedarên dewletê gotin ‘xayînên welat’, ‘êrîşa li hember dewlet û artêşê ye’ û  rastiyên li holê hewl da veşêre.”
 
‘Zirarên ku vegera wan tune’
 
Menekşeyê bandora texrîbata çekên kîmyewî ya di komkujiya Halepçeyê de hatiye bikaranîn bi bîr xist û di vê mijarê de jî ev nirxandin kir: “Karaseta  ekolojîk a li herêmê rê lê hat vekirin, texrîbatên wê hîna didomin. Li dijî vê berxwedan, hesappirsîn, sekna xurt nîşan dide. Em wek partî hewl didin vê bikin. Di 2 hezar û 200 danezanî de tê diyarkirin ku tespîtên der barê texrîbata mezin a li ser zindiyan hene. Li Halepçeyê rê li ber texrîbatên mezin ên ku vegera wan tunebû hat vekirin.”
 
‘Têkoşîna yekbûyî şert e’
 
Menekşeyê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku li dijî êrîşan divê ligel gelê Kurd cih bigirin û got: “Divê  li mijarê bê nêrîn û her kes tevli berxwedan û têkoşînê bibin.”