Li Şirnexê qirkirina daran berdewam e

  • 22:33 25 Cotmeh 2022
  • Ekolojî
 
ŞIRNEX - Li Şirnexê qirkirina daran berdewam dike. Li qadên Rîsor, Bêlûzer, Şerevan a girêdayî herêma Besta yê dîmenên qirkirinê daran hate xuyakirin.
 
Li Herêma Besta û çiyayên Cûdî û Gabarê di bin çavdêriya leşkeran û bi destê cerdevanan demek dirêj e dar tên birîn. Heta niha bi tonan dar hatine birîn û wan vediguhêzin derveyî bajêr.  Beşeke mezin a darên hatin birîn, ji bo firotinê li TIR û kamyonan tên barkirin û dibin bajarên cuda. Qismekî daran jî di demên dawî de dibin qereqol, kalekol, baregehên leşkerî û nokteyên kontrolê yên li bajêr. Ji bo zivistanê bişewitînin bi tonan dar birin baxçeyê kuleyên leşkerî yên di navbera navenda Şirnexê û bajaroka Gundikê Melê.
 
Li qadên Rîsor, Bêlûzer, Şerevan a girêdayî herêma Besta yê dîmenên qirkirinê daran hate xuyakirin.  Darên ku li pişt kamyon û TIR’an vedihuzînin derveyî bajêr.