‘Divê Baxçeyê Hevselê bê parastin'

  • 09:06 18 Cotmeh 2022
  • Ekolojî
Rojda Aydin
 
AMED - Hevseroka Odeya Avahîsaz a Şaxa Amedê Selma Aslan, diyar kir ku bi talankirina Baxçeyên Hevselê re tê xwestin ku li vir kafe, restoran û avahên nû bên çêkirin û  got: “Baxçeya ku gelek cureyên civîk û ajal heyî îro ber bi tunebûnê ve diçe. Ev baxçeya ku divê bihata parastin îro nayên parastin."
 
Baxceyên Hevselê ku di Lîsteya Mîrateya Çandî ya Cîhanê ya Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) de cih digire, bi çandiniya ku 8 hezar sal in tê kirin navê xwe zindî dihêle. Li Baxceyên Hevselê ku mazûvaniya cûrbicûr ajal û nebatan dike, bexce niha bi tunebûnê re rû bi rû ye. 
 
Hevseroka Odeya Avahîsaz a Şaxa Amedê Selma Aslan derbarê mijarê de axivî.
 
‘Cihên ku divê bihata parastin îro nayên parastin’
 
Selma, di destpêka axaftina xwe de wiha bal kişand ser girîngî û taybetmendiya Baxçeya Hewselê: "Baxce îro bêxwedî hatiye hîştin û tê wêrankirin. Lijneya Herêmê ya Amedê di çarçoveya Qanûna Parastina Hebûna Tabîatê û Çandî bi hejmara 2863’yan ve herêm wek qada sîtê tê îlankirin. Ev cihên ku divê bihata parastin îro nayên parastin. Di sala 2015’an de wekî ku tê zanîn di lîsteya UNESCO de cih digire. Lê ligel vê jî rewşa wê ya îro li ber çavan e. Wekî ku em hemû jî baş dizanin ku li wê qadê gelek cûreyên civîk û ajal dijîn. Lê em îro dibînin ku hejmara wan îro kêm bûye.”
 
‘Jiyana zindiyan nadin ber çavan’
 
Selma, bi lêv kir ku gelek tişt sedema vê qirkirinê ye û wiha domand: “Ji ber bendav, HES, guhertina statûya Çemê Dîcleyê, ji rakirina statûya çem û ji ber pêkanîna şert û mercên robarê îro gelek pirsgirêk tên jiyîn. Ev hemû jî dibin sedema zêdebûna qirkirinê. Lê belê, hebûna kanên qûmê û birîna daran pirsgirêkek cuda ye. Li Hevselê dar tên birîn. Li wir çandiniya pîşesaziyê tê pêşxistin. Ji çandiniya organîk derbasî çandiniya pîşesaziyê tê kirin. Berhemên ku dê mezin bibin dê nebatên ku bi dermanên kîmyewî hatine çandin bin. Xetereyek wisa heye. Dema ku ev tên kirin jî ji bo rantê tên kirin. Jiyana ajal, mirov û zindiyan nadin ber çavan û van xebatan dikin.”
 
‘Bêyî destûra lijneyê xebat dest pê kirin’
 
Selma, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser Baxçeya Milletê ya li Baxceyên Hevselê hat çêkirin kir: “Li wir baxceyê giştî hat çêkirin. Dema ku baxçeyê giştî hat çêkirin bi projeyeke ji rêzê serî li desteya parastinê kirin. Lê lijne projeyek pêkanînê dixwaze. Lê belê projeya pêkanînê nayê kirin û dest bi projeyek ji rêzê kir. Bêyî êrêkirina lijneyê xebat hatibûn destpêkirin. Bi mudaxeleya lijneyê hin sererastkirin tên kirin û piştre dest bi amadekariyên pêkanînên projeyê tên kirin. Lê bi êrêkirina lijneyê ve li wê derê xebat hatin meşandin. Li Pira Deh Derî jî hîn xebat hatin kirin. Dema ku ew xebat dihatin kirin me bi daxuyaniyan helwesta xwe ya li hemberî çêkirina Baxceyê Melletê da. Me gelek caran anî ziman ku tiştên tên kirin zirarê dide xwezayê. Dema ku Baxceyê Milletê hat çêkirin jî me anî ziman ku zirarê dide Sûran û bi tevî planên peyzajê avahiyên bên çêkirin pirsgirêk e. Ji ber vê yekê jî îro qirkirinek bi vê rengî heye.”
 
‘Li Sûrê qirkirinek çandî pêk hat’
 
Selma, bi bîr xist ku piştî di sala 2015’an de li Sûrê bi îlankirina qedexeya derketina derve hat îlankirin şûnde gelek xanî hatine hilweşandin û qirkirinek çandî pêk hatiye û axivî: “Cihên ku xwedî mîrateya cihanî ne bi rehetî hemû hatin tûnekirin. Her wiha li gor dîmenê ûydûyan gelek avahî hene, lê belê avahiyên 6 taxan bi temamî hatin tunekirin. Li wê dere avahiyên nû hatin çêkirin. Bi tevî vê yekê tiştên sosret derketin holê. Li herêmê polîtîkayên bêmirovî tên meşandin. Sûr ji ber kolanên xwe yên teng di nava lîsteya mîrateya cihanê de cih girt. Lê dema em niha lê dinêrin ji wan kolanan tu rêçek neçameye. Rêyên mezin û avahiyên bêmirovî hatin çêkirin. Ew der şev nayê bikar anîn, bi tenê rojê tê bikaranîn. Li Baxceyên Hevselê jî heman tişt tê pêkanîn û mirov ji wir tên dûrxistin. Ji ber qirkirina xweza, çandî û dîrokî pêk tê dilê me dişewite.”
 
‘Li herêmê polîtîqayên bêmirovahiyê tê meşandin’
 
Selma, daxuyand ku bi talankirina Baxçeyên Hevselê re tê xwestin ku li şûna wê projeyên wekî kafe, restoran û avahî bên çêkirin û wiha got: “Li Pira Deh Derî jî bi çêkirina kafeyên biçûk pergala kapîtalîst dixwaze xwe bi rêya rantê li ser piyan bigire. Jiyana zindî û mirovan nayê fikirandin. Demek berê li herêma Baxceyên Hevselê û Pira Deh Derî xwestin projeyên nû pêk bînin. Lê ji ber bertekan dev jê berdan. Lewra jî dixwazin herêmê bêmirov bihêlin.”
 
'Wekî tiştek nebûye didin nîşandan'
 
Selma, di axaftina xwe de bal kişand ser Mîhrîcana Rêya Çanda Sûrê ya ku li navçeya Sûrê bi hevkariya Wezareta Çand û Tûrîzmê û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di bin rêveberiya qeyûmê de tê lidarxistin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li aliyek mîhrîcanan betal dikin, lê ji aliyekî dine ve jî bi xwe mihrîcanê li dar dixin. Cihê ku êşa gel heye û bi hezaran welatî koçber bûne li vir mîhrîcanê li dar xistin. Bi vê awayî dixwazin êşa gel bidin jî bîrkirin û wekî ku tiştek nebûye bidin nîşandan."