Hem desthilatdarî hem jî maseya 6’an Sînpaşê diparêzin

  • 09:29 23 Îlon 2022
  • Ekolojî
Melîke Aydin
 
MUGLA - Ji bo qada xwezayê ku Sînpaşê li Marmarîsê qetil kiribû di encama têkoşîna parêzvanên jiyanê de wê civîna ÇED’ê bê kirin. Endama Komîsyona Ekolojiyê ya HDP’ê Beyza Ustun da zanîn ku hem şaredarî hem jî wezaret înşatê ji nedîtîve tê û got hem deshilatdarî hem jî maseya 6’an Sînpaşê diparêze.
 
Li taxa Îçmeler a navçeya Marmarîs a Muglayê li nêzî Kixilbukê ji aliyê Sînpaş GYO A.Ş ve  înşata otelê tê çêkirin û tevî biryara ‘hewce bi rapora ÇED’ê tune ye’ aliyê 3’yemîn Dadgeha Îdarî ya Muglayê ve hat betalkirin û tevî vê înşat didome. Li dijî biryara betalkirina biryarê îtîrazên li Dadgeha Bilind tên kirin jî dijberê parêzvanên mafê jiyanê encam bûye û tevî vê qada înşatê ya aydê Parka Neteweyî ye çûyîna welatiyan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve tê astengkirin. Weqfa Derdorê ya Muglayê ya girêdayê Walîtiya Muglayê (MUÇEV) di 27’ê îlonê de li qada Muxtariya Karasogut wê civîna gel pêk bîne.
 
Ji berxwedêrên Sînpaşê endama Lijneya Rêveberiya Konseya Bajar a Marmarîsê Halîme Şaman û Endama Komîsyona Ekolojiyê ya HDP’ê Beyza Ustun der barê mijarê de nirxandin kir. 
 
Halîmeyê da zanîn ku înşat li ber çavên rayedaran bi awayekî dijqanûnî didome û dema ev der ji aliyê Sînpaşê ve hatiye girtin dihat zanîn ku ev Parka Neteweyî ye. Halîmeyê wiha anî ziman: “Di rewşa heyî de dibêjin ‘Parka Neteweyî ne girîng e, ev der erdê min yê bi tapoyê ez dikarim ji bo karê vir bikim avahî. Armanca min kar, xwezaya parka netewî tune bibe jî ne xema min e.’ Vê jî bi cesareta ji rayedaran digirin tînin ziman. Ji ber wezareta berpirs ji Sînpaşê re dibêje ku ‘Berê bi dosya projeyê hatî te soz da me em bi te bawerin, me biryara hewce bi ÇED’ê tune da lê te dema Înşat çêkir soza xwe negirt, bi biryara dadgehê hilweşînek ekolojîk pêk hat ji ber vê jî bawerî bi we tune.’Lê di encama ku rayedaran peywira xwe neanî cih de em ketin pêvajoya nû ya ÇED’ê.”
 
Halîmeyê dawiya axaftina xwe de got wê heta dawî vê qirkirina ekolojîk bi rayedaran bidin bihistin.
 
‘Wezaret jî şaredarî jî jinedîtîve tê’
 
Beyza Ustun ya HDP’î jî da zanîn ku qadeke di statuya Parka Netewî de ye tê talankirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi berfirehiya riya Mugla-Marmarîsê rê hatine vekirin. Piştî şewatên daristanan qad fireh bûye. Pêngav bi pêngav; ji bo beşên diyarkirî yên înşatê ruhsatê digirin. ÇED dikare biryara erênî bide. Şaredariyên CHP’ê dem bi dem ji betaliya biryarên erênî yên ÇED’ê, piştî biryarên daniştayê ruhsat dan. Ewil red dikirin, piştre gotin ‘em ruhsatê nadin’ lê piştî hat fêmkirin didin gotin ‘Em neçarin wê ji xwe ruhsat bê dayîn’. Yanî li vir polîtîka tunekirinê heye. Bi hev re vê ji nedîtîve tên."
 
‘Maseya 6’an jî hevkare’
 
Beyzayê destnîşan kir ku maseya 6’an jî di komkujiya xwezayê ya Sînpaşê de hevkare û wiha bi lêv kir: “Em bêjin ku AKP-MHP desthilatdariyê winda dike. Hûn dibînin ku tifaqên ji vir şûnde çi dikin. Ji ber vê jî gelê vir, hemû mirovên li heremê dijîn, kesên têkoşîna jiyanê didin û em partî ligel azadiya jiyanê ne. Em ê ne li alî texrîbata sermayê bin. Ji bo rawestandina înşatê emê ligel rêxistinên ku têdikoşin bin. Çi ji destê me bê em ê bikin.
 
‘Dewlet li alî sermayê ye’
 
Beyzayê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hêzên dewletê li dijî têkoşîna gel in. Sermayê diparêzin. Me ev li Cerattepe û Îkîzdere jî dît. Qeymeqam û walî li alî şîrketane. Peywira wan bûye nûneriya desthilatdariyê. Bi hevkariyê piştevaniya sermayê dikin. me ev li gelek cihî dîtiye.”