Li Tirkiyeyê di siyasetê de temsîliyeta jina kurd

  • 09:09 23 Nîsan 2023
  • Dosya
 
Derya Ceylan 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê ji 1935’an heta niha di meclîsê de bi saya têkoşîna jinên Kurd, newekheviya pozîtîf, kota û nûneriya wekhev re partiyên siyasî zêdetir derketin pêş û di partiyên din ên siyasî de hebûna jinan tenê ji bo guhertina dîmen hat tercîhkirin.
 
Di sedsla 20’î de li dijî rola ku pergala kapîtalîst ferz kir, jinan li berxwe dan û di mijara hilbijartinan de bi hinek guherînên di qanûnan de tevli siyasetê bûn. Di destpêkê de jî jin tenê di alî guherîna dîtbarî de dihatin tecrîhkirin û îro jî hîna jin û mêr ne di asta wekhev de ne. 
 
Li cîhanê nûneriya jinê
 
Li seranserê cîhanê jî di parlamentoyê de serdestiya mêr heye û parlamenterên jin di merciyên biryarê de qels dimînin. L igorî rapora Endeksa Newekheviya Zayendî ya Global a Fona Aboriya Cîhanê ya 2021’ê, di 2020’î de newekheviya zayenda civakî şûnde ketiye û jin tevli jiyana siyasî bûne. Li gorî raporê ji sedî 26 parlamenterên jin in. Li gorî vê rêjeya parlamenterên jin ji hilbijartinên 2018’an şûnde ji sedî 17 bû. Li gorî Endeksa Zayenda Global Foruma Aboriya Cîhanê li 156 welatî Tirkiye di rêza 133’emîn de cih digire.
 
Ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re yên dema 28’emîn re demek kurt ma. Em balê bikşînin ser nûneriya jinan a ji sala 1935’an heta niha. 
 
Di hilbijartinên 1935’an de 18 li meclîsê bûn
 
Di 3’ê nîsana 1930’î de bi qebûlkirina Qanûna Şaredariyê ya Hejmar 1580’ê re jinan mafê hilbijartinê bi dest xistin û di 1933’an de tevli hilbijartinên gundan bûn. Di 8’ê Sibata 1935’an de hilbijartina dema 5’an a parlamenteriyê pêk hat û jinan yekem car deng bi kar anîn û her wiha bûn namzet. 17 jin ketin meclîsê. Di hilbijartinên navberê de ev bû 18.  Bi vî awayî jinan ji sedî 4.6’ê meclîsê ya ji 395 parlamenterî ava kir.
 
Di navbera 1935-1977’an de nûneriya jinan
 
Piştî hilbijartinên 1935’an di hejmara parlamenterên jin de ketinek hat jiyîn. Di navbera 1935-1977’an de hejmara parlamenterên jin li gorî salan wiha ne: Di 1935’an de ji 395 parlamenterî 18 jin, di 1939’an de ji 429 parlamenterî 15 jin, di 1943’an de ji 435 parlamenterî 16 jin di 1946’an de ji 465 parlamenterî 9 jin, di 1950’î de ji 487 parlamenterî 3 jin, di 1954’an de ji 541 parlamenterî  4 jin, di 1957’an de ji 610 parlamenterî 8 jin, di 1961’ê de ji 450 parlamenterî 3 jin di 1965’an de  ji 450 parlamenterî 8 jin hatin hilbijartin. Di 1969’an de ji 450 parlamenterî 5 jin, di 1973’an de ji 450 parlamenterî 6 jin,  di 1977’an de ji 450 parlamenterî 4 heb jin hatin hilbijartin.
 
Piştî 1980’ê partiyên siyasî yên Kurd
 
Piştî darbeya 1980’ê şûnde tevgera di partiyan de bi hilbijartinên 1983’an dest pê kir. Hejmara parlamenterên jin pir kêm bû. Tevgera siyasî ya Kurd her çû mezin bû. Di 7’ê Hezîrana 1990’î de Partiya Kedê ya Gel (HEP) hat avakirin. Damezrînerên jin tunebûn. Ji ber benda ji sedî 10 HEP ji lîsteyên Partiya Gel (SHP) û Sosyal Demokrat ket hilbijartinê. Leyla Zana û Orhan Dogan jî tê de 18 siyasetmedarên Kurd çûn meclîsê. Leyla Zana yekem parlamentera jin a Kurd bû.
 
Partiyên siyasî yên Kurd HEP, OZDEP û DEP bi dorê hatin girtin. Partiya Demokrasiyê ya Gel (HADEP) di 11’ê Gulana 1994’an de hat avakirin. Di 1997’an de komîsyonên jinan di HADEP’ê de hatin avakirin û jin bi rêxistinkirî di siyasetê de cih girtin. Jinan wek baskên jinan xebatên xwe pêş xistin. Di 2000’î de kongre pêk hat û baskê jinan hat avakirin.
 
Ji 1983’an heta 2002’yan 5 caran hilbijartin çêbûn. Di 1938’an de ji 399 parlamenterî 12 jin di hilbijartinên 1987’an de ji 450 parlamenterî 6 heb jin, di 1991’ê de ji 450 parlamenterî 8 jin, di 1995’an de ji 550 parlamenterî 13 jin, di 1999’an de ji 550 parlamenterî 22 jin hatin hilbijartin.
 
Di 2002’yan de yekem car kotaya jinê
 
HADEP’ê di hilbijartinên 2002’yan de kotaya jinê pêk anî. HADEP di 13’ê Adara 2003’yan de hat girtin. Partiya Gel a Demokratîk (DEHAP) hat avakirin. DEHAP’ê giranî da xebatên baskên jinan û komîsyonên jinan. DEHAP’ê kotaya jinê ji sedî 35 ji nû ve diyar kir. Partiya Civaka Demokratîk (DTP) di 9’ê Mijdara 2005’an de hat avakirin. DTP’ê kota derxist ji sedî 40’î. DTP yekemîn partiya siyasî ya pergala hevserokatiyê li Tirkiyeyê pêk anî bû. Di 2007’an de ket hilbijartinan 22 parlamenter derxist û jê 8  jin bûn.
 
Biryara nûneriya wekhev a DTP’ê, bi dorê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xist jiyanê. Pergala hevserokatiyê di 2013’an de ket jiyanê.
 
Bi BDP’ê re xebatan berdewam kir. Di hilbijartinên 12’ê hezîrana 2011’an de Leyla Zana jî di nav de 11 parlamenterên jin hatin hilbijartin. Pergala hevserokatiyê vê demê li hemû rêveberiyên navend û navçeyan pêk hat.
 
Ji 2002’yan heta îro
 
Ji 2002’yan heta niha di hilbijartinan de hejmara parlamenterên jin: Di 2002’yan de ji 550 parlamenterî 24 jin, di 2007’an de ji 550’yî 50 jin, di hilbijartinên 2011’an de 79 parlamenterên jin di 2015’an de ji 550 parlamenterî 97 parlamenterên jin, heman salê di hilbijartinê 1’ê Mijdarê de 81 parlamenterên jin, di 2018’an de ji 600 parlamenterî 103 jin hatin hilbijartin.
 
Di partiyên din de nûneriya jinê
 
Di SHP’ê de ji sedî 25 kota jinê, CHP’ê jî heman kota pêk anî û ev di 2012’an de derxist ji sedî 33’an. AKP’ê kota pêk neanîn. Di 2014’an de serokê giştî yê AKP’ê Tayyîp ERdogan bi însiyatîfa xwe cih da namzetên jin.
 
Di roja me ya îro de CHP ji sedî 33, HDP ji sedî 50 kota jinê ket hilbijartinên 2018’an. Lê partiyên din kotayên danî pêk neanîn. 
 
Beriya hilbiajrtinên 2023’yan rêjeya nûneriya jinan
 
Ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re demek kurt ma. Li gorî vê AKP’ê ji rêza ku bê hilbijartin 51 jin û 243 mêr nîşan da. CHP’ê ji rêza ku  bên hilbijartin 25 jin û 120 mêr nîşan da. Îyî Partî ji rêza ku bê hilbijartin 3 jin û 41 mêr nîşan da. DEVA  du jin 7 mêr nîşan da. Partiya Çep a Kesk û Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) li gorî tifaqên din zêdetir jin derxistin pêş. Partiya Çep a Kesk 270 namzetên jin nîşan da û ji sedî 40 di rêza ewil de nîşan dan. Li 34 herêmî di rêza yekemîn de jin hatin nîşandan. TÎP’ê jî  54 namzet derxist û di 27 heban de jinan di rêza yekemîn de cih girt.