Dosya Îpek Er hîna li dadgeriyê ye

  • 09:11 20 Nîsan 2023
  • Dosya
 
Şehrîban Aslan
 
ÊLIH - Derbarê cezayê ku li gumanbarê destdirêjiyê çawîşê pispor Musa Orhan ku bû sedema mirina Îpek Er, hat birîn, îtîrazên hatin kirin hîna encamek negirtiye. Parêzerê malbata Îpekê, Dorşîn Şikgenç da zanîn ku hîna dosya li dadgeriyê ye û şopdarê dozê ne.
 
Li bajarên Kurdistanê ji salên 1990’î heta niha leşker, polîs û cerdevan sûcên destdirêjî, kuştin, tundiyê li hember jin û zarokan pêk tînin û pêvajoya desthilatdariya AKP’ê de jî polîtîka bêcezahiştinê hat meşandin. Jin van zextan qebûl nakin û rêxistibûna xwe zêde dikin.
 
Ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re demek kurt ma û ji bo em balê bikşînin ser bêcezahiştin û ezayên wek xelat yên li leşker û polîsan tên dayîn binêrin. Em dosya Îpek Er bibîr bînin.
 
Çawîşê pispor Mûsa Orhan li Sêrtê destdirêjî li Îpek Er kiribû. Îpekê di 16’ê tîrmeha 2020’an de jiyana xwe ji det da. Li  Yekemîn Dadgeha Ceza Giran a Sêrtê ji sûcê ‘îstîmsara zayendî ya bi nîtelîk’ doz hat vekirin û gumanbar Mûsa Orhan bi îdiaya ‘gumana reva wî tune’ bêyî girtî hat darizandin. Heyeta dadgehê di çarçoveya xala 102\2 a Qanûna Ceza Tirk de ji sûcê ‘êrîşa zayendî ya bi nîtelîk’ 12 sal ceza dayê. Her wiha ji rewşa baş jî ceza daxist 10 salan.
Di nav de hunermend jî hene ji gelek aliyan li dijî vê bertek hat nîşandan û jin bi rojan li djî vê cezayê hatiye dayîn li qadan bûn. Lîstikvan Ezgî Mola û Farah Zeynep Abdullah ji bertekên nîşandan, doz lê hatin vekirin. Li her du lîstikvanan jî ceza hat birîn.
 
Yek ji parêzerên malbata Îpekê, Seroka Navenda Mafê Jinan a Baroya Êlihê Dorşîn Şikgenç pêvajoya dozê nirxand.
 
Gumanbar neanîn runiştinê
 
Dorşînê diyar kir ku dosya tevî dosya cînayet û destdirêjiyê bû, Mûsa Orhan bi tu awayî neanîne rûniştinan û wiha got: “Bi SEGBÎS’ê hat guhdarkirin. Gelek rehet bû. Heta carekê di rûniştinê de kola vedixwar. Mijarek din jî ev bû. Mûsa Orhan bi hevalê xwe yê ku şahid bû re dihat rûniştinê.  Dema runiştinê de hevalê xwe jî ji bajarên cuda dianî. Vî kesî îfade dida.”
 
‘Helwesta dadgehê li gorî kes diguhere’
 
Dorşînê da zanîn ku dadgehê kêm ceza daye gumanbar û wiha nirxandina xwe kir: “Mûsa Orhan hîna serbeste. Tevî dosya li dadgeriyê ye negirtî tê darizandin. Cezayekî ku dadgeha herêmî daye heye. Dadgeha herêmî di esasê de biryar da ku ev sûc hatgiye kirin. Lê helwesta dadgehê li gorî kes diguhere. Hemû dadgeh wisa pêş dikevin.Yanî li gorî nasnamê dosya jî bi rêve dibe.”
 
‘Li ser dosyayên disekinin ceza dibirin’
 
Dorşînê bi lêv kir ku hunermend û gelek kesên din bertek nîşanê cezayê li gumanbar hatiye birîn dane û  wiha domand: “Kesên bertek nîşanê negirtina gumanbar dan doz lê hatin vekirin. Serlêdanên sûc hatin kirin. Li hinekan cezayên pere hat birîn. Bi van cezayan jinên din jî bêdeng dikin û hewl didin biçewisînin. Dibêjin ‘binêrin hun deng bikin hunê jî wisa ceza bigirin.’ Ev jî nêrîna darazê ya li dosyayan nîşan dide. Dosyayên li ser disekinin ceza didinê. Dosya me niha li dadgeriyê ye. Me îtîraza xwe kiriye. Em ê ji vir şûnde jî pêvajoyê bişopînin.”