Pirsa Gulîstan Doku li ku ye, bê bersiv ma

  • 09:06 19 Nîsan 2023
  • Dosya
Yeşîm Oruç
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Yek ji kesên di dema AKP’ê de hat windakirin Gulîstan Doku bû. Pirsa Gulîstan Doku li ku ye, bê bersiv ma û dosyayê de tu pêşketin tune. Parêzerê malbatê Alî Çîmen got: “Dosyayê de tu pêşketin tune. Dosya wisa hatiye sekinandin."
 
Di 22 sal desthilatdariya AKP’ê de tundî, destdirêjî, qetilkirina jinan, mirinên biguman zêde bûn. Di sûcên li hember jinê de polîtîka bêcezahiştinê pêk hat û gumanbar bi qanûnan hatin parastin. Têkoşîna jinan jî li dijî van pêkanînan li her derê berdewam kir.
 
Ji hilbijartinên 15’ê Gulanê re demek kurt ma û em aqûbeta xwendekara zanîngeha Munzurê Gulîstan Doku ya di 5’ê Çileyê 2020’an de hat windakirin  bibîr dixînin.
 
Piştî Gulîstan hat windakirin malbat çû Dêrsîmê û serlêna ‘îxbara windabûnê kir. Li ser vê sînyala telefona Gulîstanê li ser Viyaduka Sarisaltuk a Gola Uzunçayirê hat tespîtkirin. Îhtîmala ku Gulîstanê xwe avêtiye avê li ber çavan girtin û li Çemê Munzurê xebata lêgerînê hat destpêkirin. Lê tu şop nehat dîtin. Li ser daxwaza malbat û parêzer xebatên li bejahî nehatin meşandin.Di lêpirsînê de tu pêşketin çênebû.
 
Bi zanebûn nêrîn întîxar kiriye’ afirandin
 
Piştî windakirina Gulîstanê polîsan bi zanebûn nêrîna ‘întîxar kiriye’ afirandin. Derket holê ku girtîka ewil a der barê lêpisînê de bavê gumanbar Zaînal Abarakov yê polîs Engîn Yucer jî têde ji aliyê Şaxa Asayîşê ve hatiye amadekirin. Îfadeyên gumanbar Zaînal û malbata wî dîsa ji rastiyê dur bûn. Parêzerê malbatê diyar kir ku Gulîsan rojek beriya ku winda bibe 4’ê Çile de ji aliyê gumanbar Zaînal ve hatiye tehdîdkirin û her wiha girtekên hatine amadekirin ji daneyên zanînê dûr in.
 
Malbat tê tehdîdkirin
 
Li aliyê din dema xebatên lêgerînê dihatin meşandin, li ser navê Waliyê Dêrsîmê Tuncay Sonel, Midûrê ÎŞKUR’ê yê Tunceliyê O.A û xebatkarê Walîtiyê F.G bi malbatê re hevdîtin kir û hat hînbûn ku tehdîd li malbatê kirine ku bila ji çapemeniyê re neaxivin.
 
Gulîstan Doku li ku ye?
 
Di serî de li Dêrsîm û hemû Tirkiye û Kurdistanê rêxistinên jinan ji bo aqûbeta Gulîstanê bipirsin daketin kolanan û gotin ‘Gulîstan Doku li ku ye?’ Li kesên ji bo Gulîstanê çalakî pêk anîn lêpirsîn hatin vekirin.
 
Şerta kontrola edlî neanîn cih
 
Gumabarê sereke Zaînal Abarakov di 17’ê adara 2022’yan de li Alanya ya Antalyayê hat binçvkirin. 24 saetan binçavand e ma û lêpirsîn li Edliyeya Alanyayê bi SEGBÎS’ê hat kirin.  24 saet şûnde hat berdan û şerta kontrola edlî danê. Lê derket holê ku ji ber navnîşan û telefon tune şerta kontrola edlî nehatiye teblîgkirin.
 
Ceza dan Aygul Doku
 
Li xwişka Gulîstanê, Aygul Doku bi hinceta  heqeret li bavê gumanbar polîs Engîn Yucel kiriye 5 meh cezayê girtîgehê û 2 hezar û 250 tL cezayê pere li Aygulê birî.
 
Tu serlêdanên malbatê encam negirtin û malbatê di Çileyê 2022’yan de li ber Edliya Tunceliyê çalakiya runiştinê da destpêkirin. Partiyên siyasî, rêxistinên jinan û kedê piştgirî danê.  Malbatê meha sibatê de ji Wezareta Dadê daxwaza hevdîtinê kir. Lê bi hinceta wezîr ne musaître hat redkirin. Pêşnûmeyên der barê Gulîstanê de hatin dayîn jî hatin redkirin. HDP’ê li Lijneya Giştî ya Meclîsê de der barê aqûbeta Gulîstanê de pêşnûme daku komîsyona lêkolînê bê avakirin. Lê bi dengên AKP-MHP’ê hat redkirin. 
 
‘Ji bo bêdeng bikin ji holê rakirin’
 
Dayika Gulîstanê Bedriye ku ji ajansa me re axivîbû diyar kiribû ku hêviya wê heye  ku keça wê rojekê derkeve bê û got: “Sê sale çavên min li rê ye. Çima nayê dîtin. Çima naxwazin bibînin? Em çûn Wezareta Dadê, gotin neaxivin, dengê xwe nekin û em ê Gulîstanê bibînn. Her wiha gotin wê Zaînal bikin girtîgehê. Soz dan me. Em hatin mala xwe. Me tiştek ji kesî re negot. Me ji xizmên xwe re jî tiştek negot. Mehek derbas bû. Me di TV de dît ku Zaînal binçavkirine. Me got soza dan anîn cih. Lê berdan. Edelet li ku ye? Ez edeletê dixwazim. Ez bi şev radibim di pacê de li derve dinêrim. Gulîstana min li mafê jinan digeriya. Li dijî neheqiyê bêdeng nedima. Dibe ku bi Zaînal re nîqaş kir, neheqî qebûl nekir, got ez ê gilî bikim. Ji ber vê jî ji bo bêdeng bikin ji holê rakirin.”
 
Dosya di kîjan astê de ye
 
Parêzerê malbatê Alî Çîmen jî derbarê lêpirsînê de axivî û got lêpirsîn hatiye girtin û wiha got: “Dosya di asta tunekirinê de ye. Tu pêşketin tune. Lêpirsînek bi bandor nehat meşandin. Piştî hilbijartinan wê pêşketinek hebe. Muxalefetê doz ji nêz ve şopand. Hêviya me heye ku piştî guhertin desthilatdariyê wê pêşketin bên jiyîn.”